Şer di navbera Pêşmergeyên PDKÎ û Îranê dest pê kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Şer û pevçûn di navbera Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) û hêzên rêjîma Îranê li bajarê Şino ya Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir.
Li gor malpera fermî ya PDKÎ, ku li ser zarê Berdevkê Şûraya Nîzamî ya wê partiyê hatiye, dibêje: “Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê li gundên Sergîz û Qereseqel yên Şino ketine kemîneke hêzên rêjîma Îranê.”
Li gor wî berdevkî, ku di encamê de şer û pevçûn dest pê kir û ziyaneke zor gihêşte hêzên Îranî. Herwiha dibêje: “Ziyanên rêjîma Îranê berçav in, bi ambulansan kuştî û birîndar bo nexweşxaneyên Şino hatin veguhastin. Herwiha çûnûhatin bo nexweşxaneyan hat qedexekirin. Ta niha jî şer û pevçûn berdewam in.”