Li Rojhilat şer di navbera Pêşmergeyên PDKÎ û Îranê derket
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarokê Xanê ya Rojhilatê Kurdistanê, şer û pevçûn di navbera Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) û artêşa Pasdaran derket.
Li gor zanyariyan, li bajarokê Xanê ya Rojhilatê Kurdistanê, şer û pevçûn di navbera Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) û artêşa Pasdaran derket. Di encamê kuştî û birîndar hene.
Herwiha li gor malpera fermî ya PDKÎyê, duh li bajarê Şino şer û pevçûn derket, di encamê de nêzîka 25 çekdarên artêşa Îranê hatin kuştin.