Agir bi daristanên Antalyayê ket

Li Antalya, bajarê geştiyarî yê Tirkiyê agir bi daristanan ket. Metirsî heye ku şewata daristanan di demeke kurt bigihîje hotêlên deverê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Antalya, bajarê geştiyarî yê Tirkiyê agir bi daristanan ket. Metirsî heye ku şewata daristanan di demeke kurt bigihîje hotêlên deverê.

Li herêma Kundu ya Antalyayê, li daristanên ku nêzîkî hotêlên geştiyariyê ne, şewat derket. Tîmên agirkuj li hewayê û erdê hewl didin ku şewatê kontrol bikin.

Li gorî agahiyan, şewat îro piştî nîvroyê derket û hê jî nehatiye kontrolkirin.

Sedemê şewatê nehat diyarkirin, lê hat ragehandin ku, metirsî heye ku şewat bigihîje hotêlên deverê.