Bo leşkeriya neçar Ciwanên Kobanê û Girê Spî ji bajarê xwe direvin

Berî niha Rêveberiya Xweser erkê xweparastinê li Kantona Cizîrê û Efrînê pesend kirbû niha jî li Kobanê.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bajarê Kobanê û Girê Spî ciwanên Kurd bi sedema leşkeriya neçar û erkê xwe parastinê ji bajarên xwe direvin.

Derbarê vê mijarê peyamnêrê K24ê li bajarê Kobanê ragehand ku, hejmarek ji ciwanên bajarê Kobanê û Girê Spî neçar dibin ku, ji bajarê xwe derkevin daku, neyên veguheztin bû leşkeriya Rêveberiya Xweser.

Li ser heman babetê îro, li bajarê Kobanê Encûmena yasayî li wî bajarî dê civînekê derbarê cîbecîkirina erkê xweparastinê li hemû bajarên rojava bi rêve dibe.

Berî niha Rêveberiya Xweser erkê xweparastinê li Kantona Cizîrê û Efrînê pesend kirbû niha jî li Kobanê.