Bo mamosteyên li Bakur pêşnûmayek hat amedekirin

Wezîrê Perwerdehiyê yê Tirkiyê Îsmet Yilmaz ji bo perwerdehiya zarok û mamosteyên li Bakurê Kurdistanê pêşnûmayek amede kir. Li gorî pêşnûmayê, mamosteyên ku nehatine tayînkirin û dixwazin bibin karmend, heger 5 salan li herêmê wekî mamosteyên peymandanî bixebitin, dikarin bibin karmend.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Wezîrê Perwerdehiyê yê Tirkiyê Îsmet Yilmaz ji bo perwerdehiya zarok û mamosteyên li Bakurê Kurdistanê pêşnûmayek amede kir. Li gorî pêşnûmayê, mamosteyên ku nehatine tayînkirin û dixwazin bibin karmend, heger 5 salan li herêmê wekî mamosteyên peymandanî bixebitin, dikarin bibin karmend.

Sala hîndekarî û perwerdehiyê ya li Tirkiyê bi dawî bû. Lê ev demeke dirêje ku li Bakurê Kurdistanê ji ber şer û operasyonan, jixwe li dibîstanan perwerdehî nemabû. Heta li herêmê hejmara mamosteyan jî gelekî kêm bûbû. Ji lewra Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê ji bo sala 2016-2017an dest bi xebat û bergiriyan kir. Di vê çarçoveyê de Wezîrê Perwerdehiyê yê Tirkiyê Îsmet Yilmaz, ji ber ku mamoste bixwazin li Bakurê Kurdistanê bixebitin, pêşnûmayek amade kir û ev pêşnûma jî di mehên pêş de wê li parlementoya Tirkiyê bibe mijara yaseyê.

Li gorî vê pêşnumayê, mamosteyên ku dixwazin bêyî ezmûnan bibin karmend, divê 5 salan li herême bixebitin, herwiha dema ku bûn karmend jî divê 3 salên din jî xebata xwe berdewam bikin. Di heman demê de ev mamoste kîjan bajarî bixwazin dikarin biçin û lê berdewamiya karê xwe bikin. Lê ev pêşnûma ji niha ve kete bin bala raya giştî û dam û dezgehên civakî jî rexneyên xwe li vê pêşnûmayê digirin.

Berpiryarê Perwerdehiyê yê KESKê Îlhan Yîgît di vê derbarê de got: "Amanca Wezareta Perwerdehiyê arîzekirina perwerdehiyê ye. Bi vê pêşnûmayê, ewlehiya mamosteyan tê paşgûkirin. Ev pêşnûma, der-yaseyî ye û bi vê yekê ew 4 hezar mamosteyên ku bê kar in jî neçar têne hiştin ku wan mercên wezaretê qebûl bikin."

Mamoseteyên karmend naxwazin ku li herêmê bixebitin. Ew mamosyetên karmend ger bi zawac bin, li gorî Destûra Bingehîn dikarin tayîna xwe bixwazin. Tayîna wan mamostên ku derdikeve Bakûrê Kurdîstanê jî piştî salekê ku dixebitin, xizmeta wan ya zarurî bi dawî tê. Her mamosteyê ku xizmeta xwe ya zarûrî dagirt pê de ji herêmê derdikeve û diçe bajarekî din. Wezaretê ragihand ku rêjeya wan mamosteyan ji sedî 90 e. Li gorî perwerdekaran ji vê rêjeyê jî diyar e ku li herêmê dibistan bê mamoste, zarok jî bê perwerde dimînin.

Serokê Sendikaya Egîtim Kamûran Karaca dibêje: "Mamoste û zarok ji ber wan polîtîkayên dewletê ku li herêmê tên meşandin, nikarin biçin dibistanan. Ji ber ku ji bo wan tû ewlehî tune ye. Divê bi hewlên siyasî operasyon bên rawestandin. Yan na wezaret wan mamosteyên bi peyman bibe jî nikare di nava wê aloziyê de bide xebirandin. Heger mamoste bisekînin jî, li wê derê ji ber aloziyê ne mimkûne ku perwerdehî biçe serî. "

Li Parlamentoya Tirkiyê ji bo perwerdehiyê bi navê "Weqfa Maarîfê" yaseyek hat qebûlkirin. Bi vê yaseyê bingeha pergala perwerdehiyê ya Tirkiyê û bingeha wezareta perwerdehiyê tê guhertin. Dam û dezgehên civakî hem li dijî wê pêşnûmaya mamoseteyên peymandanî û hem jî li dijî vê yaseya weqfê, rexneyan dikin û radigihînin ku ev yek wê wan kêşeyên di perwerdehiyê de di şûna çareseriyê de kurtir bike.