Pêşmerge di eniyên bergîriyê de daxwaza yekrêziyê dikin

Hêzên Pêşmerge ji aliyên siyasî daxwaza dikin, ku şerê ragihandinê berdin, ji ber ku bandorê li ser eniyên şer dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Hewlêr

Hêzên Pêşmerge ji aliyên siyasî daxwaza dikin, ku şerê ragihandinê berdin, ji ber ku bandorê li ser eniyên şer dike.

Beşek ji Pêşmergeyan daxwaza yekrêziya alîyên siyasî yê Kurdistanê dikin û dibêjin: “Em xwînê bo serxwebûnê dirjînin û pêwîst e nake, ku aliyên siyasî xwîna me bifiroşin.”

Bi dirêjahiya hezar û 50 k.m Pêşmerge di şerekî dijwar de ne û tevî krîza darayî, nakokiyên aliyên siyasî Pêşmergeyên di eniyên şer de ne, nîgeran dikin. Ew ji aliyên siyasî daxwaz dikin ku dev ji nakokiyan berdin, ji ber ku bandore li ser eniyên şer dike.

Wek Pêşmerge dibêjin ku, şerê wan bo serxwebûna Kurdistanê ye. Herwiha daxwaza yekrêziyê di navbera aliyên siyasî dikin, ku hewl bidin bo serxwebûna Kurdistanê, ne bo têkçûna yekrêziya nav mala Kurdê û şerê post û pereyan be.

Heşt meh in, rojane aloziya siyasî si navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê heye, ku rewşê berve xerabûnê dibe, bi taybet di navbera PDK û Tevgera Goranê, ev jî riya çareseriyê aloztir kiriye. krîza darayî û nakokiyên aliyên siyasî jiyana welatiyan jî aloztir kiriye.