Amerîkayê: Ti biryara operasyoneke leşkerî li dijî Esed tune ye

Piştî daxwaza çend kesayetyên diplomasî yên Amerîkî, ku Amerîka siyaseta xwe ya nerm derbarê hikûmeta Esed bughêre û êrîşan li dijî hikûmeta Esed pêk bîne. Wezareta derve ya Amerîkayê ragehand, ti biryara pêkanîna operasyoneke leşkerî li dijî Esed tune ye û wan siyaseta xwe li Sûriyê neguhartiye.

K24 – Navenda Nçeyan

Piştî daxwaza çend kesayetyên diplomasî yên Amerîkî, ku Amerîka siyaseta xwe ya nerm derbarê hikûmeta Esed bughêre û êrîşan li dijî hikûmeta Esed pêk bîne. Wezareta derve ya Amerîkayê ragehand, ti biryara pêkanîna operasyoneke leşkerî li dijî Esed tune ye û wan  siyaseta xwe li Sûriyê neguhartiye.

Piştî belavbûna nûçeya îmzakirina bêhtir ji 50 kesayetiyên diplomasî di Wezareta Derve ya Amerîkayê de li ser belgeyekê, ku tê de rexneyan li siyaseta Serokê Amerîkayê Barak Obama derbarê Sûriyê de dikin, ku jê daxwaz kirin  êrîşan li dijî hikûmeta Esed bike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kerby  ragehand ku, wan  siyaseta xwe li Sûriyê neguhartiye. Ti biryar ji bo encamdana êrîşan li dijî hikûmeta Esed tune ye. Herweha got jî di baweriya wan de çareya Sûriyê ew e, pêkanîna prosêsa siyasî ye.

Berî niha jî Obama gotibû, niha armanca wan li Sûriyê şikandina DAIŞê ye, ne jinavbirina Esed ji desthelatê ye. Herweha li gor hin şêwirmendên Obama, di van 7 mehên jêra mayî de ji serokatiya Amerîkayê re, ewê ti gaveke bi vî rengî nevêje.

Herweha eger Amerîka, ti operasyoneke leşkerî li Sûriyê li dijî hikûmeta wê pêk anî, dê şerekî cîhanî çê bibe, ji ber ku Rûsiya, Îran û Hizbulaha Libnanî bê deng nemînin û dibe ku piraniya alîgirên Sûriyê êrîşên dijwar li Amerîkayê encam bidin. Ev yek jî welatê wî dike metirsiyê. Herwiha ji bilî ku êrîşa li ser welateke xwedî desthelat û serokekî helbijartî têkdan e ji yasayên civata ewlekariya navdewletî re ye. Amerîka bi vê yekê jî dê xwe bi welatekî ne yasayî nîşan bide.

Lê bi berdewamiya ne diyariya çarenivçsa danûstandinên Cinêvê. Herwiha berdewamiya şer, kuştin û koçberiyê, dibe êdî gelek pişniyarên siyasî yan jî leşkerî yên taybet bi Sûriyê derkevin holê.