Masûd Barzanî: Tiştê sereke bo Herêma Kurdistanê şerê DAIŞê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî bi şandeke hevbeş ya Iraq û Amerêkî plana hevbeş ya siyasî, ewlehî û leşkerî bo rizgarkirina Mûsilê û gonaxa piştî rizgarkirina wî bajarî gotûbêj kir. Herwiha pirsgirkên di navbera Hewlêr û Bexdayê derbarê petrol û pirsa aboriyê jî hatin gotûbêjkirin.

K24 – Hewlêr

Şanda hevbeş ji Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Iraqê Felah Feyaz, Nûnerê Serok Obama di Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê de Brett McGurk, balyozê Amerîkayê li Iraqê Steward Jones û kunsilê Amerîkayê li Hewlêrê Matthias Mettman û hejmarek ji fermandarên leşkerî û ewlekariyê yên Iraqî û Amerîkî pêk hatibû.

Şanda hevbeş ya Iraqî û Amerîkî, amaje bi hêza Pêşmerge wek hevbeşekî rasteqîne ya Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî di şerê teroristan û rizgarkirina Mûsilê de kirin. Herwiha pabendbûna hikûmeta Iraqê bi erkên xwe yên ewlehî û leşkerî di navbera herdu aliyan de di şerê rizgarkirina Mûsilê dupat kir.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî ragihand, tiştê serekê bo Herêma Kurdistanê şerê DAIŞê ye. Herwiha hevahengî di navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û Amerîkayêde bi pêwîstiya yekalîkirina pirsgirêkan û jinavbirina terorê.