Ebadî: Armanc a me ya dahatî rizgarkirin a Mûsile

Serok wezîr ê Îraqê ragehand: Şerr ê dijî Dişê zîyanek a mezin gehhandîye abûrî ya Îraqê.

K24- Hewlêr

Serok wezîr ê Îraqê ragehand: Şerr ê dijî Dişê zîyanek a mezin gehhandîye abûrî ya Îraqê.

Heyder Ebadî, serok wezîr ê Îraqê xuya kir ku armanc a yekê ya hikumet a Îraqê şerr ê dijî Daişê ye, lew pişkek a mezin ji dahat ên wê bo alî yê serbazî diçe.

Heweha Ebadî amaje bi wê yekê da ku Heşd a Şeibî, damezrayîyek a fermî ye û em qet destberdar ê wê nabîn. Ew ên di nav wan de kar ên pêşlkarîyan dikin kar ên kit kesîne û bi çi awayekê nabe ew kes biçin jêr çetr a Heşd a Şeibî ve û xuya kir ku pêşêlkar dê bihên sizadan.

Ebdaî tekez kir ku hêz ên Îraqî berdewam dibin li kontirolkirin a dever ên jêr desthilat a Daişê û armanc a wan dahatî jî kontirol vekirin a bajar ê Mûsile.