KCK: Gerîla amadene ligel Pêşmergeyan hêza hevbeş ava bikin

"Hêzên gerîla yên HPGê amade ne bi pêşmergeyan re hêza hevbeş ya parastinê ava bikin."

K24-Navenda Nûçeyan

Hevseroka Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat diyar kir ku, hêzên gerîlayan amadene ligel Pêşmergeyan hêza hevbeş ava bikin.

Besê Hozat ji ANFê re axivî û anî ziman ku, PKK amadeye mekanîzmeyeke siyaset û dîplomasiya hevbeş ava bike. Herwiha Hozat wiha jî axifî: "Em Meclîseke hevbeş û dayîmî ya neteweyî ava bikin. Bila hemû biryarên stratejîk yên neteweyî, ji aliyê vê meclîsê ve bên girtin. Rêveberiya di nava Meclîsê de were hilbijartin, bila van biryaran bi cih bîne."

Hevseroka KCKê banga avakirina hêzeke hevpar ya Kurdistanî kir û wiha jîgot: "Werin em bi beşdariya hemû hêzên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê kongreya neteweyî pêk bînin. Hêzeke parastin, siyaset û dîplomasiyê ya hevpar ava bikin. Hêzên gerîla yên HPGê amade ne bi pêşmergeyan re hêza hevbeş ya parastinê ava bikin."