Ji ber şerê li Bakurê Kurdistanê geştiyar nayin Tirkiyê

Di geştiyariya Tirkiyê de Hezîrana herî xirab ya îsal bû. Hatina geştiyarên Rûsî ji sedî 99 kêmtir bû. Yê Almanyayê jî ji sedî 45 kêmtir bû.

Di geştiyariya Tirkiyê de Hezîrana herî xirab ya îsal bû. Hatina geştiyarên Rûsî ji sedî 99 kêmtir bû. Yê Almanyayê jî ji sedî 45 kêmtir bû.

Geştiyariya îsal ya Tirkiyê di xirabtirîn dema xwe de ye. Li gorî heman demê sala borî ya meha Hezîranê, li Antalyayê ji sedî 60 daketin heye. Geştiyariya Tirkiyê de para herî zêde Rûsya û Almanya ne, rêjeya daketina geştiyarên Rûsî ji sedî 99, ya Almanî jî ji sedî 45 e.

Antalya wek paytexta turîzma Tirkiyê tê nasîn û para Antalya di nav geştiyariya Tirkiyê de ji sedî 70'ê zêdetir e. Par di navbera 1 û 16'ê hezîranê de 733 hezar geştiyar bi rêya asmanî gihîştine Antalyayê lê îsal di heman demê de ev hejmar daketiye 300 hezar geştiyaran.

Ji Erebîstana Seûdî ji sedî 51 zêdebûn heye lê ev hejmar tenê gihîştiye pêncsed kesan. Birêveberên geştiyariyê yên Antalyayê destnîşan dikin, xistina balefira Rûsî, şerê li Bakurê Kurdistanê û çalakiyên metropolên Tirkiyê, bû sebeb ku geştiyar neyên Tirkiyê û rewşa xirab berdewam dike.