Keçeke Rûsî metisîdartirîn nîşanvana DAIŞê ye

Jêderekî Ewlehiya Iraqê dibêje, hêza dije terorê ya Iraqê derbasî bajarê Rumadî bûn, ku li metirsîdartirîn nîşanvana DAIŞê bigerin, ku li gor zanyariyan, ku berî 2 rojan ew nîşanvana DAIŞê ji Felûcê reviya bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî Ewlehiya Iraqê dibêje, hêza dije terorê ya Iraqê derbasî bajarê Rumadî bûn, ku li metirsîdartirîn nîşanvana DAIŞê bigerin, ku li gor zanyariyan, ku berî 2 rojan ew nîşanvana DAIŞê ji Felûcê reviya bû.

Li gor rojnameya “Okaz” ya Siudî li ser zarê jêderkî ewlekariyê yê Iraqî ragihand, ku nîşanvana Rûsî “Nora” ya xwedî karînên bêhempa di nîşanvaniyê de, ku 21 endamên hêzên ewlehiyê yên Iraqê bikuje, berî du rojan ji bajarê Felûceyê reviya ye. Li gor agahiyên îstixbarata Iraqê jî, ku wan karîne çavdêriya pêwendiyên telefonî yên bêtêl di navbera wê û berpiresekî DAIŞê bi navê Xanim Felah bikin, tê de Felah ji Nora daxwaz dike, ku sivîl ku ji bajêr direvin û leşkerên ku  berve avahiya şaredariyê Felûce dikin, armancên bike.

Nîşanvan Nora Rûsî, yek ji girîngtirîn daxwazên hêzên Iraqê ye,  ku operesyek taybet bo desteserkirina wê dest pê kiriye.

Li gor hêzên Iraqî ku, Nora Rûsî 28 salî ye, dirêj û por zer e, ji regeza Azerî ye. Ji Sûriyê derbasê Iraqê bû. Herwiha ji ber kuştina 21 endamên polisa federalî û yekîneyên dije terorê ye.