Rewşenbîrên Tirkiyê li dijî Erdogan belavokekê belav dikin

Li Tirkiyê bi sedan rewşenbîr li dijî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan belavokek bi navê “Êdî Bes e! Li Dijî Rejîma Erdogan Hişyarî” belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê bi sedan rewşenbîr li dijî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan belavokek bi navê “Êdî Bes e! Li Dijî Rejîma Erdogan Hişyarî” belav kir.

Belavoka ku rewşenbîrên wekî Îsmaîl Beşîkçî, Baskin Oran û Lale Mansur jî nav de ji aliyê sedan rewşenbîrên Tirkiyê ve hatiye îmzekirin tê gotin, Erdogan Tirkiyeyê ber bi karesatekê ve dibe.

Rewşenbîr rexne li hemberî rakirina parêzbendiyan, operasyonên li bakurê Kurdistanê, sîstema perwerdehiyê û zext û zordestiyên li ser rojnamevanan digre û dide zanîn ku, êdî li Tirkiyeyê Erdogan rejîmek ser navê xwe afirandiye û hemî kesî bi vê rejîmê tirsandiye.

Herwiha Rewşenbîran di dawiya belavokê de hişyariyê didin Erdogan û dibêjin, ji ber ku Erdogan bûye sedema tirsê, dê di dema bê de ewê bitirse.