Urdinê sînorê xwe bi Sûriyê girt û navçeyên leşkerî radgehand

Duh, li navçeya El-Reqban a Urdinê otombîlek bombekirî teqiya di encam de 6 şêrevanên sînor yên Urdinê tê de hatin kuştin.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê ragehandin û Berdevkê hikûmeta Urdinê Mihmed El-Mûminî girtina navçeya El-Reqban li ser sênorê Sûriyê ku, tê de teqînek çêbûbû û di encam de 6 leşkerên wî welatî canê xwe ji dest dabûn ragehand.

Duh, li navçeya El-Reqban a Urdinê ku, li ser sînorê Sûriyê ye ji aliyê bakurê rojhelat wî welatî  otombîlek bombekirî teqiya di encam de 6 şêrevanên sînor yên Urdinê tê de hatin kuştin û 16e yên din birîndar bûn.

Derbarê teqînê û pêngavên nû ku, piştî wê hatine standin Wezîrê ragehandin û Berdevkê hikûmeta Urdinê Mihmed El-Mûminî ragehand ku, navçeyên rojhelat û bakurê rojhelat yên li ser sênorê sûriyê navçeyên leşkerî ne.

Ji aliyê xwe ve Şahê Urdinê Ebdulahê Duyem di daxuyaniyekê de ragehand ku, ew dê bi tundî bersiva wan kesên ku, aramiya Urdinê binpê dikin bide.