Beşar Esed biryara damezrandina kabûneyeke nû ya hikûmetê dide

Serokomarê Sûriyê Beşar Esed, pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Sûriyê bi Îmad Mihemed hipesart.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Sûriyê Beşar Esed, pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Sûriyê bi Îmad Mihemed hipesart.

Li gor ajansa “SANA” ya Sûrî, Serokê Sûriyê Beşar Esed mersûma hejmar 187 ya sala 2016 derxist, li gor wê jî endezyar Îmad Mihemed Dîb Xemîs bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta raspard.

Îmad Mihmed Wezêrê Kehrebê ya hikûmeta borî bû, jidayikbûna parêzgeha gundewarê Şamê sala 1961an e. ji sala 2005 – 2008an Rêveberê Giştî yê Desgeha Webirhênana Anarjiya Kehrebê bû.

Herwiha sedema damezrandina hikûmeta nû nehat diyarkirin.

Hikûmeta Sûriyê kontrola piraniya bajaran dike, ji bilî Idlib, Reqa û Dêrezorê û nîvê Helebê. Herwiha bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurditsanê jî di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye.