Demîrtaş: Parlementerên Mûşê naçin dozgeriyê û îfadeyê nadin

Wezareta Dadê yaTirkiyê ragihand. 682 dosyeyên fezlekeyan ji dozgeriyan hatine şandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Dadê yaTirkiyê ragihand. 682 dosyeyên fezlekeyan ji dozgeriyan hatine şandin.

Piştî vê ragihandinê riya darizandinê ji bo 152 parlementeran hate vekirin. Di vê çarçoveyê de Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş ragihand ku, parlementerên wan yên bajarê Mûşê Ahmet Yildirim û Burcu Çelîk ji bo îfadegirtinê ji aliyê dozger ve hatin vexwendin.

Demîrtaş diyar kir jî, parlementerên wan naçin dozgeriyê û îfadeyê nadin.

Di 20ê Gulanê de Parlementoya Tirkiyê parezbendiya parlementeran bi 367 dengan rakiribû. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan jî di 7ê Hezîranê de yasaya rakirina parêzbendiyan pesend kiribû.