“Şandeke leşkerî ya Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike”

Di hevdîtineke vekirî de li Hewlêrê, her yek ji Nûnerê Hevpeymaniya Navdewletî, Wezareta Pêşmerge, Serokatiya Herêma Kurditanê û nûnerên welatên din, guftûgo li ser pêşeroja Mûsilê berî DAIŞ û piştî DAIŞê kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/7f7a709c-b25b-472d-8a2a-0cda6319c0ef/charanusi%20musl%20dwai%20dahsh.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Di hevdîtineke vekirî de li Hewlêrê, her yek ji Nûnerê Hevpeymaniya Navdewletî, Wezareta Pêşmerge, Serokatiya Herêma Kurditanê û nûnerên welatên din, guftûgo li ser pêşeroja Mûsilê berî DAIŞ û piştî DAIŞê kirin.

 Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer dibêje, di demeke nêzîk de şandeke leşkerî û siyasî ya Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike û guftûgo li ser birêvebirina Mûslê piştî bidawîkirina DAIŞê dikin.

Di hevdîtinê de, berpirsên payebilind yê Wezareta Pêşmerge ligel Sekreterê Giştî yê wê wezartê nexşeyeke mezin ya bajarê Mûsilê bi xwe anîn, bo bi Hevpeymaniya Navdewletî re bibêjin ku, Pêşmerge amade ye bo şerê rizgarkirina Mûsilê, lê pêş wê yekê Herêma Kurdistanê daxwaza rêkeftina li ser birêvebirina wî bajarê ji Bexdayê dike.

Niha gelek axaftin li ser operesyona rizgarkirina Mûsilê ji DAIŞê tên kirin, di wê axaftinan de jî li ser nemana DAIŞê li wî bajarî û Iraqê jî. Lê ligel wê yekê egera dabeşkirina Iraqê li ser 3 herêmên Kurdî, Şîyî û Sunî tê kirin.

Hevpeymaniya Navdewletî û berpirsên ku di wê hevdîtinê de beşdar in, di wê baweriyê de ne ku, heger sîstema hikûmê li Iraqê wek deh salên dawî berdewam bike, Iraq li ser 3 herêman dabeş dibe.

Berpirsên payebilind yên Wezareta Pêşmerge dibêjin jî, ti rêkeftin di navbera Hevpeymaniya Navdewletî û Pêşmerge de bo operesyona rizgarkirina Mûsilê tune ye, tenê wan li ser wê rêkeftine ku qinax bi qonax navçeyên Kurdistanî, bi taybetî jî yên li derdora Mûsilê ji destê DAIŞê rizgar bikin.