Qamişlo: Lêkolîn li cihên dîrokî hatine rawestandin

Karê kolan û lêkolînan di deverên dîrokî de li Rojavayê Kurdistanê hatine rawestandin, jiber rewşa ewlehî ya ne cîgir û metirsiya diziya entîkeyan. Yek ji wan girê dîrokî ku ji sala2011an ve karê kolan û lêkolînan lê hatiye rawstandin Girê Tilşiîr e yê ku dikeve 17 k.m rojhilatî bajarê Qamişlo.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/53086a9a-1e21-45b8-b802-f23b10b171ef/sunwar-tirbespiye.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Karê kolan û lêkolînan di deverên dîrokî de li Rojavayê Kurdistanê hatine rawestandin, jiber rewşa ewlehî ya ne cîgir û metirsiya diziya entîkeyan. Yek ji wan girê dîrokî ku ji sala2011an ve karê kolan û lêkolînan lê hatiye rawstandin Girê Tilşiîr e yê ku dikeve 17 k.m rojhilatî bajarê Qamişlo.

Li Rojavayê Kurdistanê proseya ger û lêkolînan di girên dîrokî de ji heyama 5 salan ve hatiye rawestandin, ji ber rewşa ewlehî û metirsiya dizîna entîkeyan. Yek ji wan girên dîrokî, girê gundê Tilşeîrê yê girêdayî bajarê Tirbespiyê ye, ku bilindahiya wê 30 metro ye û bi rûbera nêzî 6 hêktaran e. Dîroka vî girî jî vedigere sala 5750 B.Z ku mirovan lê jiyan kiriye.

Mamostayê zanîngehê Dr. Silêman Ilyas derbarê dêroka girê Tilşeîrê de ji K24ê re axivî û got: “Di hezarê didiwan berî zayînê de Tilşeîr bûye navendeke rêveberî ya mezin, ji ber gelek nîşanên vê navendê hene ku ew navendeke rêveberiyê bû, wek meydanên kevirkirî û sûra li dora gir ku parastina avahiyên li gir dikir, ji ber dema em dibêjin navenda rêveberiyê, tê wê wateyê ku avahiyên mezin li vir hebûn û dibe ku navendeke olî be jî.” 

Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê nêzî hezar û 200 deverên şûnewariyê hene. Di encama şer û pevçûnên ku nêzîkî wan deveran rû didan, gelek ziyan gihiştine wan û ev yek jî bû cihê rexneyan ji aliyê hin pisporan ve. Herweha û li gorî hindek xwendevanên zankoyê, ji heyama 5 salan ve serdana van cihên şûnewariyê nehatine kirin, ew jî ji ber berdewamiya şer.

Şagirta zankoyê Peyman di vê derbarê dibêje: “Ji sala pêşî ve ji kirîza sûriyê ve bi sedema şer û pevşûnan, me serdana van giran nekiriye.
Me dixwest ji nêzîk ve deverên dîrokî bibînin, da ku em şaristaniya deverê nas bikin.”

Endamê Desteya Torîzm û Parastina Şûnwaran di Kantona Cizîrê de Ednan Berî tekez dike ku, parstina van gir û entîkeyan ji aliyê wan ve tê kirin û ji K24ê re got: “Em van deverên dîrokî diparêzin, ji çi kesê ku bixwaze ziyanê bighîne wan. Ev yek ji erkê me ye. Ji aliyekî din ve em têkiliyê bi şagirtên zankoyê re dikin, da ku em alîkariya wan bikin ku ji nêzîk ve deverên şûnwariyê bibînin.”

Ji aliyê xwe ve, hêzên girêdayî Rêveberiya Xweser dibêjin, ku armanca girtina giran wekî xalên leşkerî, berevanî û parastina entîke û deverên dîrokî ye. Ta niha karîbûn bi dehan dizên entîkeyan bigirin. Herwiha hewldanên kolan û lêkolînên yên ne rewa rawestînin, ku piraniya wan ne serkeftî bûne.”

Li gorî hindek pisporên şûnewariyê, dizî û ziyan gihiştine nêzî 100 deverên dîrokî mîna girê Ecaca ku wekî paytexta Aşûriyan dihate naskirin û hin girên din mîna girê Şedadê û Taban.