Li Stanbolê lêgerîn li gorên Hacî Qadirê Koyî û Nalî tên kirin

Demeke dirêj lêkolînerên Kurd, li Stenbolê, ji bo dîtina gorên du nivîskarên ji Başûrê Kurdistanî Hacî Qadirê Koyî û Nalî xebat dikin. Li gor lêkolîneran gora Koyî, li goristana Qaraca Ahmedê ya Uskudarê, gora Nalî jî li navçeya Eyupê nêzî Pîerre Lotiyê hatine veşartin. Lê belê nav û nîşana kêlikan hatine jêbirin. Lêkolînerên Kurd niha ji bo dîtina nivîsên kêlika her du goran hewl didin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/db0885d6-4bb1-4574-8d89-1c4cd9347113/goryhajyqadr.ism/manifest

K24 – Stanbol

Demeke dirêj lêkolînerên Kurd, li Stenbolê, ji bo dîtina gorên du nivîskarên ji Başûrê Kurdistanî Hacî Qadirê Koyî û Nalî xebat dikin. Li gor lêkolîneran gora Koyî, li Goristana Qaraca Ahmedê ya Uskudarê, gora Nalî jî li navçeya Eyupê nêzî Pîerre Lotiyê hatine veşartin. Lê belê nav û nîşana kêlikan hatine jêbirin. Lêkolînerên Kurd niha ji bo dîtina nivîsên kêlika her du goran hewl didin.

Helbestkarê neteweperwer yê Kurd Hacî Qadirê Koyî û nivîskarê navdar ê Kurd Nalî di sedsala 19'emîn de ji Başûrê Kurdistanê koçî Stenbolê dikin. Her du nivîskarên gewre li Stenbolê salên dûr û direj mayîne û li vir çûne rehma Xwedê. Li Stenbolê goristana gora her du nivîskaran ku lê hatine veşartin diyar e.

Parlamenterê HDP'ê Prof. Dr Qadrî Yildirim di vê derbarê de ji K24ê re got: “Li taxa Uskudarê, li goristana Qaraca Ahmetê Koyî defin dikin. Niha gora wî li goristana Qaraca Ahmetê ye.

Herwiha Prof. Dr. Qadrî Yildirim bi navê Xaniyê Duyem Haci Qadirê Koyî pirtûkek nivîsiye û der barê gora Koyî de lêkolîneke berfireh kiriye û dibêje: “Me cihê gora wî tespît kir. Lê ji berk u nav û nîşanê wî li wêderê nenivisîne, me daxwaz kir ku berpirsên şaredariya Uskudarê, belgeyeke nivîskî bidin me di wê belgeyê de bibêjin ku ev gor gora Haci Qadirê Koyî ye. Em jî li gorî vê belgeyê êdî bi raya giştî re vê agahiyê parve bikin.”

Koyî di 48 saliya xwe de diçe Stenbolê û malbata Bedirxaniyan li vir nas dike, 33 sal li Stenbolê dimîne. Wextê wî tim li mizgefta Çîçekçî Kuçuk Selîmiyê di feqîrxaneyekê de derbas dibe.

Lêkolîner Tahir Baykuşak jî got: “Tekez gora Haci Qadirê Koyî li Uskudarê li Qaraca Ahmetê ye. Lê sed mixabin heta niha me kêlikê wî qebra wî peyde nekiriye. Hêvîdar im ku em di pêşerojê de bikaribin qebra wî bibînin.”

Lêkolîner Tahir Baykuşak da zanîn ku digel Koyî û Nalî gelek gorên şair û siyasetmedarên Kurd li Stenbolê ne. Baykuşak dibêje: “Gora Nalî li Eyubê li aliyê Pîerre Lottiyê hatiye veşartin. Lê belê ya Haci Qadirê Koyî Li Qaraca Ahmetê ya Uskudarê ye.”