Demirtaş: Dozgeriyê bo îfade dayînê gazî 2 parlamenterên me kiriye

Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan Selahattîn Demirtaş derbarê şandina dosyayên parlamenterên HDPê ya bo Dozgeriyên Komarê de got: "Dozgeriyê bo îfadedayînê bi rêya telefonê li 2 parlamenterên wan geriya ye"

K24- Hewlêr

Selahatin Demirtaş ji bo piştgirîdayîna Seroka Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkiyê Şebnem Korur Fidanci ku di 20ê Hezîranê hatibû girtin serdana Weqfê kir.

Li ser pirsa rojnamegeran ya "gelo heta niha dozgeriyê bo îfadedayînê bangî tu parlamenteran kiriye an na ?" Demiraş wiha got: "dozgeriya komarê ji parlamenterên me yên Mûşê Ahmet Yildirim û Burcu Çelîk telefon vekiriye û ji bo îfadedayînê bangî wan kiriye. Lê belê her du parlamenterên me gotine em nayên îfadedayînê"

Selahattin Demirtaş îdiayên wek "dê dewlet şert û mercên Serokê PKKê Abdullah Ocalan baş bike û prosesa aştî û çareseriyê careke din bide destpêkirin" jî red kir û diyar kir ku hikûmet her bangawaziya şer dike ji lewra tu daxwazeke wan tuneye ku gotûbêjan bidin destpêkirin.