Serok Barzanî bo mafê çarenûsî peyamek belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî daxwazê ji hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ku, di zûtirîn dem de bicivin, bo diyarkirina gavên pêwîs jib o referandûmê

K24 – Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî daxwazê ji hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ku, di zûtirîn dem de bicivin, bo diyarkirina gavên pêwîs ji bo referandûmê

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî derbarê mafê çarenûsî yê Herêma Kurdistanê îro peyamek belav kir û tê da hat ku, ku qonaxeke nû di ser navçeyê re derbas dibe ku guhartinên mezin li navçe çê dibin.

Herwiha di peyama Barzanî de hat ku, gelê Kurdistanê û ezmûna xwe li pêş qonaxekî hestiyar û çarenûsî de ye, nabe ew derfeta ku  vê carê ji gelê me re hatiye, jidest bidin. Îro cihê gelê Kurdistanê li ser asta navdewletî asoyeke wê ya zelal heye û di şerê terorê de bi hewla Pêşmergeyên qehreman, bi saya xwîna şehîdan, bi xweragiriya gelê Kurdistanê û piştevaniya hevpeymanan serkeftinên mezin bidest xistiye, terrorist jî tûşî şikestinên mezin hatine, lê metirsî her maye jî.

Herwiha di peyama Barzanî de hat, ji bo vê qonaxê ti armancek ji mafê çarenûsî û serxwebûna Kurdistanê bilind û pîroztir tune ye. Nabe di vê pirsa çarenûsî de rê bidin nakokiyên navxweyî, ji ber wê daxwaz ji hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê dikim, ku di zûtirîn dem de rêyên pêwîst bigirin, bo avakirina lihevkirineke niştimanî li ser pirsa referandûm û serxwebûnê, gava yekem jî ew e ku, ligel Bexda guftûgoyê bikin bi awayekî aşkere û birayetî.

Peyama Barzanî bo vê mebestê, bang li hemû hêz û aliyên siyasî kir, ku civîneke taybet bi vê pirsê encam bidin, bo biryardana li ser pêngava pêşerojê û bo wê yekê jî Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê pêwendî bi hemû aliyan re dike