Karayilan: Kesên şûna şaredarên HDPê bên erkdarkirin dê bêne kuştin

Endamê Konseya KCKê Mûrad Karayilan dibêje, Eger, hikûmeta Tirkiyê dest bide ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê, ewê kesên ku bên erkdarkirin, bikujin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Konseya KCKê Mûrad Karayilan dibêje, Eger, hikûmeta Tirkiyê dest bide ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê, ewê kesên ku bên erkdarkirin, bikujin.

Endamê Konseya KCKê Mûrad Karayilan ku di heman demê de Fermandarê Navenda Parastina Gel e, beşdarî bernameya Stêrk TV bû û got, hikûmeta AKP'ê şer fireh dike û pirên ku di navbera gelan de hene, tune dike.

Karayilan got, bila bi awayekî aşkera bê zanîn, eger ew dest deynin ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê, kî bînin şûnê, dê bibin armanca êrişên wan. Karyilan da zanîn ew hêza wan heye ku, sengerên gelê Kurd biparêzin.

Mûrad Karayilan da xuyakirin, ew di nav Tirkiyeke demokratîk de xweseriya Kurdistanê dixwazin, lê eger ev yek ji hêla karbidestên Tirkiyê ve bêbersiv bimîne, dê daxwaza Serxwebûna Kurdistanê bikin.