Heger Brîtaniya ji Yekîtiya Ewropayê derkeve dê çi bibe?

Brîtaniya niha di navbera herdu bijardeyên man û derdetinê ji Yekîtiya Ewropayê de ye. Rêjeyên erê û na nêzîk in, lê eger Berîtaniya ji Yekîtiya Ewropayê derkeve, wê çi bibe?
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/fdefbc5c-3adf-4798-8784-3ca860fcdd26/Britain%20derketin%20encam.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Brîtaniya niha di navbera herdu bijardeyên man û derdetinê ji Yekîtiya Ewropayê de ye. Rêjeyên erê û na nêzîk in, lê eger Berîtaniya ji Yekîtiya Ewropayê derkeve, wê çi bibe?

Şarezayên darayî di Wezareta Darayî ya Brîtanyayê pêşbîniyê dikin ku, ta sala 2030 aboriya welatê dê ji sedî 6 were xwarê, bi hezaran karmend dê karên xwe ji dest bidin, lê piştevanên derketinê dibêjin ku, ev yek ne rast e.

Li ser asta siyasî, Serokwezîrê Brîtniyayê David Kameron posta xwe ji dest dide û eger e ku ji serkirdayetiya Partiya Konsêrvatîv jî derkeve. cîgirê wî Serokbajarê Londonê yê berê Boris Johnson dê cihê Kamîron bigire.

Skotlanda jî weke beşekî ji Mîrnişîna Yekbûy û piştî referandûma li ser mabûna wê di mîrnişînê de, dê carek din daxwaza referandûmê bike, ji ber ku Skotlanda dixwaze di Yekîtiya Ewropayê de bimîne.

Li ser astê penaberan, piştevanên derketina Brîtaniyayê ji Yekîtiyê Ewropayê dibêjin ku, ev yek dê asta penaberan kêmtir bike, ji ber ku niha Brîtaniya kontrola wê li ser vê proseyê kiriye, bi sedema endamtiya wê di yekîtiyê de.

Di encam de jî, Brîtaniya zû bi zû ji Yekîtiya Ewropayê dernakeve, ji ber ku li gor madeya 50 ji rêkeftina Leşbona – Brîtaniya dê 2 salan danûstandinan ligel Yekîtiya Ewropayê bike û ta wê demê, dê her li jêr sîbera yekîtiyê bimîne.