Birîtanîya malavahîyê ji Yekêtî ya Ewrûpa dike û Elmanîya jî yekem pilîn dide

Birîtanîyayê malavahî kir ji Yekêtî ya Ewrûpayê, piştî ku di rapirsî ya dîrokî ya duhî de, 52% ji xelk ê Birîtanîyayê deng bo derçûnê dan û 48% li gel vemanê bû.

K24- Hewlêr

Birîtanîyayê malavahî kir ji Yekêtî ya Ewrûpayê, piştî ku di rapirsî ya dîrokî ya duhî de, 52% ji xelk ê Birîtanîyayê deng bo derçûnê dan û 48% li gel vemanê bû.

Naycil firac, serok ê partî ya serxwebûn a birîtanîyayê ku dijî yekîtî ya Ewrûpayê ye, got: serkevtin a alî yê derçûnê ji Yekîtî ya Ewrûpayê, serkevtine no hevwelatî yê sade li beranber bijarte yên xwedî pere û sermaye.

Ev piştî ewê yekê dihê ku li pirranî ya bingehan, deng hatîne vavêrkirin û alîgir ên derçûnê 51.7% bi des ve hînane.

Zîgmar Gabrêl, cêgir ê rawêjkar a Elemanîyayê di pilîn a xwe de li ser encam ên rapirsî ya Birîtanîyayê got: Rojek a şûme bo Ewrûpayê.