Rewşenbîran bi deklerasyonekê ji Serokkomar Erdogan gotin bes e

"Platforma Hewldana Azadiyê bo Ramanê li Enqerê" bi sernavê "Ji Erdogan û alîgirên wî re edî bes e!" deklerasyonek weşand. Gelek rewşenbîrên navdar deklerasyon îmze kir. Rewşenbîran sedema kampanyayê ji Kurdistan 24ê re rave kir.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/084c33e0-eee3-40c9-a6f8-d81cfdf10e25/Rewshenbir.ism/manifest

K24- Enqere

"Platforma HewldanaAzadiyê bo Ramanê li Enqerê" bi sernavê "Ji Erdogan û alîgirên wî re edî bes e!" deklerasyonek weşand. Gelek rewşenbîrên navdar deklerasyon îmze kir. Rewşenbîran sedema kampanyayê ji Kurdistan 24ê re rave kir.

Li Tirkiyê careke din rewşenbîr û Serokkomar Erdogan li hemberî hev du ne. Hejmareke rewşenbîrên navdar deklerasyoneke nû ragihandin.  Di deklerasyonê de ku ji aliyê "Platforma Hewldana Azadiyê bo Ramanê li Enqerê" hate weşandin rexneyên giran li Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan tê girtin û bang li Erdogan tê kirin ku dev ji gotin û kiryarên xwe yên gurkirina şer û tundiyê berde. Deklerasyonê di demeke kurt de deng veda û 157 rewşenbîrên ji nivîskar, akademîsyên, rojnameger û aktivîstan pêk tên bi îmzeyên xwe piştgiriya da deklerasyonê

Rewşenbîran diyar kir ku welat tu caranewqasî ji ewlehiyê dûrneketibû û ew tirs û xofa Erdogan di nava civakê de belav kiriye dê rojekê li wî vegere.

Fîkret Başkaya-Akademîsyên- Rewşenbîr, got:"Kî li pêşiya vê rêjîmê disekine tê çewsandin. Xuyaye ku êdî nikarin welet birêve bibin. Ji ber vê jîserî li zext û tundiyê didin. Êdî divê hin kes ji wan re bibêje êdî bes e. Ji ber vê me jî îmzeya xwe avêt di bin vê deklerasyonê de."

Xwendekarên lîseyî jî ji ber kiryarû gotînên serokkomar û rayedarên dewletê deklerasyonek ragihandibûn û hin ji wan ji ber vê yekê ji aliyê Polîsên Şaxa Têkoşîna li Hemberî Terorê hatibûn binçavkirin. Binçavkirin xwendekarên lîseyê û paşê jî girtina gerînendeyên demkî yên rojnameya Ozgûr Gundemê cihekî berfireh di deklerasyonê de digire.  

Kazım Genç- Parêzer- Rewşenbîr, got:"Li Tirkiyê bi navê demokrasiyê tiştek nemaye. Êdî li Tirkiyê kesên mafdar tên bêdengkirin û kesên gûnehbar jî tênê pesindan.Bo mînak xwendekarên liseyê, mafê xwe yên demokratîkbi kar tînin. Lê deshilatdar mudaxaleyê vê jî dike. Divê dewlet behna xwe ji wan kesan fireh bike ku mafê xwe yên demokratîk bi kar tînin."

Di deklerasyonê de mijarên wek rakirina parezbendiyan, veguhestina yaseyên Dadgeha Bilind û Şûraya Dewletê, şerê li bakûrê Kurdistanê, girtina akademîsyênan û pergela perwedehiyê bi awayekî hurgulî tê nîqaşkirin. Hêj ji aliyê Serokkomariyê û Hikûmetê ve tu daxuyanî derbarê vê deklerasyonê nehatiye dayîn. Herwiha rewşenbîr dibêjin helwesta wan ya li hembêrî vê deklerasyonê jî ne xema wan e.