Bîranîna salvegera Kazim Koyuncu

Li Tirkiyê, her kesî carek be jî, li stranên wî guhdar kirine.
kurdistan24.net

K24-Navenda nûçeyan

Muzîsyen û şoreşgerê navder yê Tirkiyê Kazim Koyuncu, ev 11 sal in ku ji dinyayê koç kiriye. Kazim Koyuncu her sal wekî ku niha jiyana xwe ji dest daye, ji aliyê hezkirî û hevalên wî ve tê bibîr anîn.

Kazim Koyuncu di hevpeyvîneke xwe de xwe wisa dide nasîn:"Ez hunermend im, paşê jî ez hindekî ji Deryaya Reş im. Lê ez herî zêde şoreşger im."

Kazim Koyuncu di 7 Mijdara 1971an de li Hopaya bajarê Artvînê ji dayîk bûye. Kazim Koyuncu nexweşê şerpençeyê bû û ji ber vê nexweşiya xwe di 25ê Hezirana 2005an de li Stenbolê canê xwe ji dest dabû.

Hezkiriyên Kazim Koyuncu, her sal di salvegera wî de di li bajarên cûr bi cûr bi çalakî û panelan wî bi bîr tînin. Baroya Enqerê jî îsal ji bo Kazim Koyuncu panelek lidarxist.

Derbarê vê yekê Parêzera Baroya Enqerê Zeynep Tepegoz wiha got: "Em naxwazin Kazim Koyuncu bê jibîrkirin û daxwaza Baroyê jî wisa ye. Em ê îro hem wî bi bîr bixin û hem jî behsa jiyan, hûner û aliyên wî yên mirovî bikin. Herwiha dê di tevahiya panelê de jî stranên wî bên lêxistin. "

Kazim Koyuncu, dema zarok bûye, bavê wî jê re mandolin kiriye û tim bi wê re mijûl bûye. Paşê ji wî re ji Elmanyayê gîtar hatibû diyarîkirin. Ev diyarî di jiyana wî de serpêhatiyek giring bû.

Kazim Koyuncu dema lîseyê xelas dike, li Zanîngeha Stenbolê dest bi Beşa Siyesetê dike. Lê belê Kazim fêm dike ku ew tenê hunerê yanî ji muzîkê hez dike û di sala 1993an de dev ji zanîngehê berdide. Kazim Koyuncu biryara xwe dabû ku êdî ew ê bi tenê hunermendiyê bike.

Derbarê zaroktiya wî Hevalê Kazim Koyuncu- Parêzerê Baroyê Mehmet Alî Bariş Beşlî wiha axifî:"Kazim Koyuncu, qiymet dida mirovan û mirovahiyê û gelek ji mirovan hez dikir. Hevaltiya wî jî bi rûmet bû. Ji ber wê ye ku her kesî jê pir hez dikir. Ez wekî hevalê wî, ji ber çûyîna wî, gelek xemgîn im. Xwezî li vê derê û di nava me de bûbûya."

Kazim bi stran, tevger û gotinên xwe wekî şoreşgerekî bû û wî jî tim xwe wekî şoreşger bi nav dikir û ji bo mirov û xwezayê têdikoşiya. Herwiha piştî mirina wî, derbarê wî de belgefîlm hatin amedekirin û di wan belgefîlman de jî bi awayek berfireh têkoşîna wî cih digire. Li Tirkiyê, her kesî carek be jî, li stranên wî guhdar kirine.