Dengbêjê Çiyayê Kurmênc Bavê Selah nexweş e

Dengbêjê Kurd yê navdar Bavê Selah ji ber krîzeke dil ji du rojan ve li Efrînê di nexweşxanê de ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dengbêjê Kurd yê navdar Bavê Selah ji ber krîzeke dil ji du rojan de li Efrînê di nexweşxanê de ye.

Bavê Seleh, ku wek dengbêjekî herî navdar di warê starnbêjî û staranên Kurdî yên kevbnar de li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, ji ber krîzeke dil ji du rojan de li Efrînê di nexwaşxaneyê de ye. Li gor pizîşkên wî jî ku rewşa wî ne cîgir e û pêdiviya wî bi çareserkirina derveyî Efrînê heye.

Herwiha li gor zanyariyê K24ê, ku hin rêxistinên mirovî dixwazin dengbêj Bavê Seleh bo nexweşxaneyên Tirkiyê yan Kurdistanê veguhêzin, lê ji ber rewşa wî ya ne cîgir, pizîşk niha rê nadin bo wê yekê. Ji aliyekî din jî ku Efrîn di dorpêçê de ye û riyên baş bo veguhastina nexweşan jî tune ye.

Bavê Selah jidayikbûna 1952an li gundê Gorda ya ser bi Efrînê ye, ji destpêka salên 80î de dest bi dengbêjiyê kiriye, li Kurdistanê û gelek welatên Ewropa, Rûsya, Libnan, Urdin û Îmarata Erebî û welatine din aheng û şevbuhêrk bi starnên keltura Kurdî  encam dane, herwiha bi dehan kasêt û perçeyên vîdyo tomar kirine.

Bavê Selah gelek lêkolîn derbarê kelepûra Kurdî û stranên kevnar amade kirine, herwiha dîwaneke wî ya helbesta klasîkî amade ye, lê nehatiye çapkirin.

ji ber karê dengbêjiyê bêhtirî carekê ji aliyê rêjîma Sûriyê hatibû girtin û zîndan jî dîtibû.