Deriyê sînorî Bab El-Selam Baca li ser keresteyên xwarinê rakir

Deriyê Bab El-Selam ku, di bin kontirola Cebhet El-Şam de ye.

K24-Navenda Nûçeyan

Rêveberiya deriyê sînorî Bab El-Selam di navbera Sûriyê û Tirkiyê de, bi armanca alîkariya welatiyan baca li ser keresteyên xwarinê rakir.

Derbarê vê mijarî Rîveberê Deriyê sînorî Bab El-Selam Qasim El-Qasim ji ajansa Simart re daxuyniyek belav kir, tê de tekez kir ku, bi armanca alîkariya welatiyên Sûriyê û Bakurê Kurdistanê baca li ser keresteyên xwarinê hate rakirin.

El-Qasim di daxuyaniya xwe de daxwaz ji bazirganan kir ku, nirxê pêdiviyên jiyana rojan e jî kêm bikin daku, rewşa welatiyan baş bibe.Da zanîn ku, di cejina Remezanê de, deriyê Bab El-selam nayê vekirin, sedema wê yeke jî li biryara Hikumeta Tirkiyê vegeran.

Deriyê Bab El-Selam ku, di bin kontirola Cebhet El-Şam de ye, ku di 22ê vê mehê de ragehandibû ku, ew dê 30 vê mehê pêşwaziya welatiyên Sûrî yên li Tirkiyê dimînin bikin, ku, dixwazin serdana Sûriyê bikin.