Li Tirkiyê êşkencekirin di asta herî metrisîdar de ye

Pinar Dalkûş, anî ziman ku, ew wek saziyên sivîl û mafên mirovan, hemû êşkenceyan şermezar dikin .

K24-Navenda Nûçeyan

Rêveberê Desteya li Dijî Êşkenceyê ya ÎHDê Pinar Dalkuş, ragehand ku, êşkence û kirinên xirab yên li beramber welatiyan gihiştine astekeke metirsîdar.

Şaxê Diyarbekirê ya Komeleya Mafên Mirovan İHDê, Wakfa Mafên Mirovan TİHVê, û BAROya Diyarbekrê, di çarçoeya çalakiyên roja Nerazîbûna Êşkenceyê de, daxuyandin ku, li Tirkiyê, bi taybet jî li Bakûrê Kurdistanê, binpêkirina mafên mirovan bi awayekî hovane tê kirin û tu mafên bingehîn yên welatiyan nemaye.

Derbarê vê mijarê de, Rêveberê Desteya li Dijî Êşkenceyê ya ÎHDê Pinar Dalkuş, balkişand ku, piştî ku şer û pevçûn destpê kirine û destûrên ku, rayedariya hêzên ewlehiyê zêde dikin hatine derxistin, êşkence û kirinên xirab yên li beramber welatiyan gihiştine asteke metirsîdar.

Dalkûş da zanîn ku, destûr û hûquqa ku, welatiyan biparêze, ji holê hatiye rakirin û ji kuştinan heta, êşkenceyên rureşiyê muameleyên xirab di raporên wan de her roj zêdetir dibin.

Pinar Dalkûş, anî ziman ku, ew wek saziyên sivîl û mafên mirovan, hemû êşkenceyan şermezar dikin û daxwaza ku, li welatekî demokratîk  ku mirov û mirovahiyê bihevine û xwedî li mafên mirovan bê derketin kirin.