Li bakur derketina zozanan jî qedexe bû

Eger qedexe neyê rakirin, ne bi tenê di warê aborî de, herwiha di warê çandî de jî dê jiyan ji nav biçe
kurdistan24.net

K24-Agiriyê

Li bakurê Kurdistanê ji ber şer û pevçûn û operasyonan derketina zozanan jî qedexe ne. Ji ber qedexeyê gundiyên debara xwe bi xwedîkirina ajalan dikin di rojên zor û zehmet de derbas dibin û dixwazin demildest qedexe bi dawî bibe.

Li Bazîda Agiriyê zozan gelekî girînge ji bo wan gundiyên ajalan xwedî dike. Niha dem dema derxistina pez ya bo zozanan e, lê belê bihinceta ewlehiyê derketina zozanan qedexe ye.

Gundî ji ber qedexeyê nikarin derkevin wan zozanan û pezê xwe biçêrînin. Ji lewra pezên wan birçî dimînin û ewjî ketine rewşeke gelekî ne baş. Ji ber ku tekana çavkaniya wan ya debarkirina jiyanê,zozan û xwedîkirina ajalan e.

Derbarê vê yekê gundiyek wiha dibêje:"Heçî li şehran, li şehran e. Em jî ligundan e. Heke carekê karê me derkeve em diçin bajêr. Em li vir ji xwe re dixebitin. Li gundê me 400 mal hene. Em debara xwe li ser heywanan dikin."

Car caran dengê dengbêjekî wan zozanan şên dike, lê ji bo gundiyan hesrete ku ew bi xwe derkeve wî zozanî. Ji ber gundî nikarin derkevin zozanan, hemû wex tê xwe li gund derbas dikin.

Herwiha gundî bêriya wan rojên berê dikin û dibêjin niha dem gelekî hatiye guhertin.

Gundiyek din jî wiha got:"Ji sibehê heta êvarî em dixwebitîn. Encax em îdara xwedikirin. Dewra niha xweş e, lê em ne nexweş in. Dewra niha em nebaş in. Her tiştên me xerabûne, hemû ji dest çûne.

Gundî dixwazin demildest qedexeya derketina zozanan were rakirin û ew jî wekî salên berê derkevin wan zozanên bilind û vegerin jiyana xwe ya sirûşt a bihûştî ya çiyayên Kurdistanê. Lê heger qedexe neyê rakirin, ne bi tenê di warê aborî de, herwiha di warê çandî de jî dê jiyan ji nav biçe.