Girtîgeha Ûlucanlarê Piştî 81 salan bû mozexane

Di wê girtîgehê de18 kes lê hatine darvekirin.
kurdistan24.net

K24-Enqerê

Li Tirkiyê gelek zindan hene ku, êş û elemên giran qewimî ne û di dîroka mirovahiyê de bi awayekî ne baş di bîra mirovan de cihê xwe girtiye. Yek ji wan zindanan jî Ulucanlarê ku, gelek rewşenbîr û siyasetmedarên navdar tê de mane.

Girtîgeha Ulucanlarê li Navçeya Altindag ya Enqereye. Ulucanlar di sala 1925an de ji aliyê plansazê bajaran Carl Christoph Lorcherê Alman,bi hevkariya Wezareta Karên Navxweyî yêTirkiyê ve hatiye avakirin.

Ulucanlar 81 salan wek girtîgeh hate bikaranîn û di kudetaya 12ê Îlonê de ev zindan mîna zîndana Diyarbekirê bi êşkenceyên giran hate rojevê. Piştî 81 salan girtîgeh hate girtin.

Herwiha di sala 2006an de Girtîgeh Ulacanlarê bû mozexane û di sala 2011an de deriyê xwe ji bo serdana welatiyan vekir.

Girtiyên ku, divê girtigehê de mane di bêjin girtîgeh gelek ne başbû, cihê xwarin lê tê çêkirin nebû û ew êşkenceya li wan hatiye kirin dê tu caran neyê jibîrkirin.

Derbarê vê yekê Mexdûrê Girtîgeha ulucanlarê Fatîn Kanat wiha ji K24ê got:"Ez 15 salan di Girtîgeha Ulucanlarê de mam.Piştî ku, ev der bû mûze ez du caran hatim serdana vêderê. Di navbera her du heyaman de gelek cûdahî heye.  Li cihê razanê,cihê xwarin lêtê çêkirin tunebû.Cihê razana jinan bit emamî ji holê rakirine, mixabin gelek tiştên wê çaxê di vê mûzexanê de nînin."

Ji aliyê xwe ve jî Mexdûrê Girtîgeha ulucanlarê Selahaddîn Koçak wiha axifî:"Di heyama ku, detayê de ez di zindana 4 û 5an de mam. Gelek zor û zehmet bû. Ji ber ku, em girtiyên siyasî bûn kiryarên gelek cuda li ser me hebûn. Di bin dirêncekan de îşkence li me dikirin."

Di vê mozexanê de peykerên girtiyan, cil û bergên kesayetên navdar û weneyên kesên ku, di vêderê de mane tên pêşkêşkirin.Piştî ev girtîgeh bû mozexan e li ser vê xebatên akademîk jî hatin destpêkirin. Ev xebat bi taybetî li ser derûnî û fikra mexdûrên girtîgehê û kesên serdana mûzexaneyê dikin dimeşe.

Akademîsyen amaje bi vê yekê dikin ku, armanca wan ronîkirina wan rûdanane ku, ditariyê de mane.

Derbarê vê yekê  Akademîsyen Mîne Gencel Bek wiha got:"Helbet em dixwazin derbarê zindana Diyarbekirê de jî xebatan bikin. Hûn dizanin ku, li Ulucanlarê çibûbe, li Diyarbakirê jî heman tişt çêbûye. Bi van xebatên xwe em dixwazin ew tiştên nehatine axaftin bên rojevê. Helbet em ê bi ser bikevin."

Di vê girtîgehê gelek siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û şoreşger mane û ji sala 1970yî heta sala 1980yî 18 kes lê hatine darvekirin. Erdal Eren, Denîz Gezmîş,Huseyîn Înan û Yusuf Aslanjiwankesan eku li Ulucanlarê hatine darve kirin.