Li Rihayê komeleya "Alîkar" alîkariyan belav dike

Ji ber şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê bi sed hezaran welatî ji welatên xwe koçbêr bûne û hejmareke zêde ya welatiyan jî ji ber qedexekirina derketina kolanan di şertên dijwar de dijîn.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d1b2e927-de13-4536-ada1-41da5398e9d3/LiRihayeKomaleyaCivakiAlakarXizmetaGelDike.ism/manifest

K24 – Riha

Ji ber şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê bi sed hezaran welatî ji welatên xwe koçbêr bûne û hejmareke zêde ya welatiyan jî ji ber qedexekirina derketina kolanan di şertên dijwar de dijîn.

"Komeleya Alîkar" li Rihayê hatiye avakirin û li 30 bajarên din jî şaxên xwevekiriye. Armanca komeleyê alîkariya lezgîn e. Herwiha ji bo wan malbatan xurekan belav dike, ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye.

Komeleyê xebatên xwe yên peşî ji bo welatiyên li Rojava û bajarên Bakurê Kurdistanê yên wek Kobanî, Cizîra Şirnexê û Sûra Diyarbekirê dabû destpêkirin.

Komele him li welêt û him jî li derweyî welêt xebatên berfireh dimeşîne û bi piştevaniya xwe bexşan alîkariyê kom dike.

Serokê Komeleya Alîkar Mehmet Pala derbarê karên xwe ji K24ê re axivî û got: "Di çarçoveya xebatên xwe de, di 8 mehan de me bi rêkûpêk alîkariya hezar malbatên Cizîrê kir. Di meha Remazanê de me ji bo yek hezar û 300 malbatan xurek belav kir. Ji ber rûdanên li Bakur welatiyan malên xwe terk kirine û pêdivî bi alîkariyê hene. Me ji bilî xurekan û sarincan jî belav kirin."

Ji aliyê din ve, ev komele ji bo pêşveçûna Maf û Azadiya Mirovan jî dixebitê û niha wek komeleyeke Neteweyî erka xwe cîbicî dike.

Xebatkarekî Komelaya Alîkar jî got: "Wek Komeleya Alîkar me piştgirî û alîkariya mirovî daye destpêkirin. Komeleya me li Rihayê tê nasîn. Me xebatên xwe dikirin, lê xebatên me biçûk bûn. Me xwast ku ji bo gelê me ji bo miletê me yên Kurd, em xebatên xwe mezin û zêde bikin."

Komeleyê ji bo di vê cejna Remazanê de dilê zarokan şad bikin jî, xebatek daye destpêkirin. Herwiha di rojên lipêş de wê komele ji bo wan kesên ku mal û ware xwe berdan e, xebatên weha bilî tasyonê jî bidin meşandin.