Demîrtaş: Tirkiye bi veşartî ligel Sûriye û Misrê dicive

Demîrtaş aşkere kir ku, Tirkiyê van tiştan ji ber Kurdan dike.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş li ser lihevkirina navbera Tirkiye û Îsraîlê de diyar kir ku, ger we berî heftiyekê pirs kiriban, wê gotiban Îsraîl dewleteke terorîste. Da zanîn ku, Tirkiye bi veşartî ligel Sûriye û Misrê dicive.

Selahedîn Demîrtaş li Êlihê tevlî fitarê bû. Demîrtaş  anî ziman ku, bi lihevkirina ligel Îsraîlê, AKPê kesên deng dane wan xapand û wiha got, Hûn dizanin Erdogan çi di got? Di got Îsraîl dewleteke terorîste û emê hesabê Filistîniyan ji wan bipirsin. Heman tiştê li vir li Kurdan jî dike. Niha dibêje, em û Îsraîl dostin. Ger we berî heftiyekê pirs kiriban, wê gotiban Îsraîl dewletek terorîste.

Demîrtaş li ser xistina balafira Rûsyayê jî wiha got: "Dema me rexne li vê yekê digirt em weke xiyanetkar bi nav dikirin."

Demîrtaş aşkere kir ku, Tirkiye van tiştan ji ber Kurdan dike.

Hevserokê HDPê Demîrtaş diyar kir ku, Tirkiye bi awayek veşartî ligel Misir û Beşar Esed jî dicive, wê ji Sîsî û Esed re jî nameyê bişîne.