Li Tirkiyê reşnivîsa Qeyûm dibe yasa

CHP û HDP dibêjin heger yase were qebûlkirin ew dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin ku, were betalkirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/22586e5e-a56e-443e-8024-419f323c54c6/ReshnivisaQeyumDibeYase.ism/manifest

K24-Enqerê

Li Tirkiyê di navenda nîqaşên siyasî de "Tayînkirina Qeyûman" heye. Muxalefet reşnivîsa AKPê dûrî heqiyê dibînin û dibêjin partiya desthilatdar ne bi tenê şaredarî û sektorên taybet herwiha dixwaze Tirkiyê jî bi qeyûman bi rê ve bibe.

Li Tirkiyê qeyûm pêşî ji bo kompanyayên nêzî cemaata Fethullah Gulen hatin destnîşan kirin  û ji wê demê heta niha ji bo gelek dezgehan jî qeyûm hatin tayînkirin ku zanko jî di nava wan dezgehan de hene. Niha jî ji bo şaredariyan tayînkirina qeyûman di rojeva Tirkiyê de ye. Heger reşnîvîsa AKPê ya derbarê tayînkirina qeyûman bo şaredariyan were qebûlkirin, ji bo gelek şaredariyên bi ser DBPê dê qeyûm bên tayînkirin. HDP dibêje yasebûna vê reşnivîsê, rakirina demokrasiyê ye.

Derbarê vê yekê Parlamenterê HDPê Mûslim Dogan wiha got:"Daxwaza tayînkirina qeyûman, wendakirina aqile. Ev yek tê wê wateyê ku dewlet tengezarbûye. Ev hewldana ji aqil dûr, vîna gel tune dihesibîne û nayê qebûlkirin. Tayînkirina qeyûman gelekî zehmet e û em dê bi tu awayî rê nedin wê yekê."

CHP jî ji tayînkirina qeyûman aciz e û dibêje ev demek dirêje qeyûm wek çekeke siyasî tê bikaranîn ku bi vê yekê qadeke berfireh ya siyasî û hiqûqî ji bo qeyûman tê terxankirin.

Derbarê vê mijarê Parlamenterê CHPê Mevlut Dudu wiha axifî:"Desthilatdarî pêşî ji bo bi dest xistina komên kapîtal û paşî jî ji bo kontrolkirina şaredariyan dixwaze serî li rêvebirina bi qeyûman bide. Dixwaze bi vê sererastkirina nû bingeheke yaseyî ji vê yekê çê bike."

CHP û HDP dibêjin heger yase were qebûlkirin ew dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin ku, were betalkirin. Lê belê AKP bi biryare ku reşnivîs bibe yase, ji ber îdia dike ku hin şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk(DBPê) bi bûdçeya xwe alîkariya PKKê dikin.