Li Bakur bo alîkariya welatiyan konsert tên li darxistin

Ew pereyên ku, di vê konsertê de têne komkirin dê ji bo wan bajarên ku, hatine wêrankirin bên şandin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/90c52141-82bc-4a03-b1e1-d9ce13f913f2/KonsertekJiBoAlikariye.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Ji ber şer û pevçunên di navbera Yekineyên Parastina Sivîl û Hêzên Ewlekariya Tirkiyê de gelek bajarên bakurê Kurdistanê hatin hilweşandin û gelek welatiyan zirarên mezin dîtin. Ji bo welatiyên ku, mexdûr bûne çalakiyên cuda cuda yên ji bo alikariyê têne sazkirin.

Bi hevkariya Komelaya Piştevaniya Kurdan( KURD -DER) û Koma Dengê Kurd Derê  li Navenda Çanda Nazim Hîkmetê ji bo welatiyên ku, mal û milkên wan di şer de hatine hilweşandin, konserta alikariyê hate lidarxistin. Konserta ku li paytexta Tirkiyê Enqerê hate lidarxistin de gelek nûnerên partiyên siyasî welatîû dem û dezgehên  civakî beşdarî têde kirin.

Rayedarên Komeleyê rave kirin ku, wan ji bo gelê Kurd yên ku, ji ber şer mexdûr bûne şeveke alîkarî û piştevaniyê saz kiriye. Di konsertêde stranên bi Kurdî, Ermenîkî û Tirkî hatin gotin.

Derbarê vê yekê Rêvebira KURD DERê Ayfer Akmûgan wiha got:"Hûn jî dizanin ku, li bajarên Kurdistanê operasyonekî bê exlaqî û bê hiqûqî  didome. Ji ber operasyonan gelê me gelekî perîşan bûye,derva maye, malên wan hatine  hilweşandin. Daxwaza me ew e ku em çawa alikariyê bidin wan. Piçûk be jî em dest bidin wan, deng bidin wan. ji ber vê yekê me ev konsert lidarxist."

Bi boçûna endamên Koma Dengê Kurd Derê, herkesî bi şiklekî cuda alikariya wan bajarên ku hatine hilweşandin kiriye, wan jî xwestiye ku bi stran û mûzîka xwe hem êş û hem jî dert û kûlên gelê Kurd bînin ziman û di heman demê de alikariya wan bajaran bikin.

Derbarê vê mijarê Endama Koma Dengê Kurd Derê Ozlem Gûzel wiha ji K24ê re axifî:"Wekî tê zanîn rewş nebaş e. Em bi xebatên xwe dixwazin vê rewşê biguherin, hem bi kilamên xweû hem jî bi helbestên xwe. Em dixwazin hemû ziman bêne zimên."

Welatiyên ku, hatin konsert guhdarî kirin diyar kirin ku, çalakiyên bi vî rengî hem ji bopiştevanî û hevkariya gelê Kurd hem ji bo wan jîçalakiyên balkêşin ku li bajarekî Tirkiyê bi vî awayî pêktê.

Welatîyek bi navê Muzeyen Arî wiha got:"Ji bo min hestekî pir xweş e.Ji ber ku jiyana me her bi Tirkî ye li vê derê. Diçalakiyên bi vî rengî de em hindekîbe jî zimanê xwe dibînin û bi zimanê xwe guhdarî dikin. Ji bo wê yekê, ev ji bo min tiştekî pir baş e. Pir tiştekî xweş e."

Rayedar û endamên Koma Kurd-Derê amaje bi wê yeke kirin ku, dê di rojên pêşiya wan de jî çalakiyên bi vî rengî saz bikin. Herwiha ew pereyên ku, di vê konsertê de têne komkirin dê ji bo wan bajarên ku, hatine wêrankirin bên şandin.