Tirkiye û Rûsyayê vedigirin li ser riya berê

Piştî xistina Tirkiyê ji firokeya şer ya Rûsî DU24 re, di navbera Tirkiye û Rûsyê de pêwendî têk çûn. Serokomarê Tirkiyê jî duh peyameke lêborînê arasteyî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin kir û xembariya xwe hember vê bûyerê da xuyakirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/81c610cb-8f26-43a4-be03-de540b5581a8/Turkey%20Russia.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî xistina Tirkiyê ji firokeya şer ya Rûsî DU24 re, di navbera Tirkiye û Rûsyê de pêwendî têk çûn. Serokomarê Tirkiyê jî duh peyameke lêborînê arasteyî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin kir û xembariya xwe hember vê bûyerê da xuyakirin.

Serokomarê Tirkiyê RecepTeyip Erdogan got: “Peyama min ji Rûsyê re şandiye, ji bo pêwendiyên me dubare xurt bibin. Ez bi bawer im, ku dê gaveke baş be, ji b o herdu welatan. di peyama min de, min xembariya xwe derbirî û amaje bi derfetên hevahengiyê li Rojhelata Navîn kir. Ez bi bawer im ku dê pêwendiyên me û Rûsya baştir bibin, piştî ku vê pirsgirêkê çareser bikin.”

Berdevkê Serok Rûsyayê dibêje ku, di wê peyama Erdogan de, Tirkiya daxwaza lêborînê ji Rûsyayê kiribû, lê Tirkî vê yekê red dike û dibêje ku, tenê derbirîna xembariyê derbarê firokevanê hatiye kuştin, bû.

Şîrovekarê siyasî yê Rûsî Vladimir Frolov jî di vê derbarê de dibêje: “Putin rast bû dema ku bi tundî li hember Tirkî reftar kir û siza li ser wan sepandin, lê pêwîst e herdu serok putin û Erdogan bi hev re hevahengiyê bikin, bi taybetî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê bi awayekî siyasî.”

Tevlîbûna herdu aliyên Rûsî û Tirkî di şerê Sûriyê de û piştevaniya her yekî ji wan ji aliyekî re, bû sedema alozbûna pêwendiyan di navbera herdu welatan de, bi taybetî piştî ku di 24 Mijdara 2015an de, Tirkiyê firokeya şer ya Rûsî SU24 li ser sînorê bi Sûriyê re xisite erdê de.