Xelkê Diyarbekirê dixwazin Demîrtaş bibe Serokomarê Tirkiyê

Li Diyarbekirê derbarê pergala serokatiyê li Tirkiyê de anketek hate çêkirin. Li gorî encamên anketê, ji sedî 95ê xelkê Diyarbekirê dixwazin pergala birêvebirinê ya Tirkiyê were guhertin. Ji sedî 32 yê xelkê jî dixwazin Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bibe Serokdewlet. Ji sedî 35ê xelkê jî dixwazin hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş bibe serokdewletê Tirkiyê.

K24 – Diyarbekir

Navenda Lêgerînên Stratejîk ya Rojhilata Navîn ya Nû (YORSAM) li 13 navçeyan derbarê guhertina pergala serokatiyê de ji Hezar û 500 kesî pirsên cuda pirsî. Derbarê lêkolîna ku 2 mehan dewam kiriye de Mamosteyê Beşa Zanînstên Siyasî yê Zanîngeha Dîcle ya Dîyarbekirê Huseyîn Şeyhanlioglu daxwiyanî dan çapemeniyê.

Li gorî ragihandina Şeyhanlioglu, ji sedî 49ê xelkê dixwazin ku pergala parlementerî li Tirkiyê hebe. Ji sedî 39ê xelkê dibêjin pergala serokatiyê rêveberiya yek kesî tîne bîra wan. Ji sedî 35ê xelkê Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, ji 32ê xelkê jî Recep Tayîp Erdogan weke serokdewlet dixwazin.

Her dîsa li gorî encamên anketê, ji sedî 83ê xelkê Diyarbekirê dixwazin ji Tirkiyê re makezagoneke nû were amadekirin.