Demîrtaş: Esed û Erdogan lihevkirine

Berî niha jî çend malper û dezgehên medyayî de belav bûbû ku, li Cezayîrê rêveberiya AK-Partî û Rejîma Esed li Cezayîrê civîyan e.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê Selahattîn Demîrtaş dibêje Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokdewletê Suriyeyê Beşar Esed lihevkirine.

Demîrtaş li bajarê Çêwlikê ya bakurê Kurdistanê di axaftina xwe ya bernameyeka fitarê de îdia kir ku,  rêveberiya Esed û reveberiya AK-Partiyê meha borî li Cezayîrê civîyan e û peymanek îmzekirine.

Demîrtaş diyar kir ku, Serokomar Erdogan û rêveberiya AK-Partiyê berî niha digotin heta rejîma Esad nerûxe aramî nayaê li cîhanê. Lêbelê ew niha bi Esed re civn û peymanên veşartî pêk tînin.

Berî niha jî çend malper û dezgehên medyayî de belav bûbû ku, li Cezayîrê rêveberiya AK-Partî û Rejîma Esed li Cezayîrê civîyan e. Lêbelê heta niha di vê derbarê de ji her du aliyan ti daxuyanî nehatine belav kirin.