“Rûsya berdewam e bi şandina çekan ji Iraq û Pêşmergeyan re”

Balyozê Rûsyayê yê Iraqê radigihîne, Rûsya dê bi şandina çekan ji Artêşa Iraqê û hêza Pêşmerge re berdewam be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê Rûsyayê yê Iraqê radigihîne, Rûsya dê bi şandina çekan ji Artêşa Iraqê û hêza Pêşmerge re berdewam be.

Balyozê Rûsyayê yê Iraqê Ilya Morgunov bi Interfaxê re axivî û ragihand, çekên ku Rûsya dişîne Iraqê dê ji bo rizgarkirina Musilê bên bikaranînm ta ku ji destên terorîstan bê rizgarkirin.

Herwiha balyozê rûsî, diyar kir ku ji her 2 mehan carekê, çek ji Iraqê re tê şandin, ku firokeyek ji bo pêdiviyên hêzên Artêşa Iraqê diçe Bexdayê, firokeyek jî ji bo pêdiviyên hêzên Pêşmerge di ser Bexdayê re derbasî Hewlerê dibe.

Ji aliyekî din ve, Morgunovî ragihand ku ew destûrê ji Bexdayê distînin û dûv re çekan ji hêzên kurdî re dişînin.