Samî Yûsif pesna rola Pêşmerge li hember DAIŞê dide

Hunermendê cîhanî Samî Yûsif ji K24ê re ragihand ku, ji zarokatiyê de hesteke wî bo Kurd heye û mûzîk Kurdî dizanî, herwiha pesna rola Pêşmerge da ku rûbiyî DAIŞê dibe.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Hunermendê cîhanî Samî Yûsif ji K24ê re ragihand ku, ji zarokatiyê de hesteke wî bo Kurd heye û mûzîk Kurdî dizanî, herwiha pesna rola Pêşmerge da ku rûbiyî DAIŞê dibe.

Yûsif diyar kir, bavê wî li Mehabadê dijiya, gava ew zarok bû jî zanyariya wî li ser Zimanê Kurdî û hunera Kurdî hebû. Herwiha got Samî got: “Ji demeke dê min dixwast bi Kurdî stanekê çê bikim. Di heman demê de jî, rewşa Kurda û nasnameya Kurda yak u niha tê re derbas dibin, ez alîkar û piştevaniya Kurda me. Gava ez xwendekar bûm hesteke min taybet bo Kurdan hebû.”

Derbarê ku dereng mabû heta ku straneke olî bi Zimanê Kurdî gotiye, Yûsif got: “Ew yek ji ber hokareke hunerî ye, ne siyasî ye. Daxwaza lêborînê dikim ku, heger min dereng straneke Kurdî gotibe.”

Yûsif got jî: “Ew strana bi Kurdî min tomar kiriye, albûmek bi nave Bereke bû li ber destê min bû. Min xwast ku tê de xelkê Misilman bi mûzîka nerîtî û tesewif aşna bikin, ku hemû ziman kom bikim û armanca min ew bû, gelek ziman û kultur li xwe bigire, Zimanê Kurdî jî yek ji wê zimanan e. Min du stranên Kurdî jî di vê albûmê de gotine.”  

Derbarê serkeftin û rûbirûbûna hêza Pêşmerge li dijî DAIŞê, Yûsif got. “Pêwîst e rêzgirtineke taybet bo wê hêzê bigirin, ji bo wê kesên ku gelek qurbanî didin li hember DAIŞê. Ew kesên azayetî û merdiyê li dijî DAIŞê nîşan didin, cihê rêzê ye. ”

Li dawiyê Yûsif got jî: “Ez silav û rêzê dişînim ji bo xûşik û birayên xwe yên ku qurbaniyê didin û xebatê li dijî DAIŞê dikin.”