Pêwediyên Tirkiyê yên derve û bandora wê li ser pirsa Kurdî
K24 – Diyarbekir
Tirkiyê, li hemberî Rûsya û Îsraîlê polîtîkaya xwe ya derve diguhere û bi van herdu dewletan re dîsa pêwendiyên xwe baş dike. Tê çaverêkirin ku ev gava nû, li ser siyaseta navxweyî ya Tirkiyê jî bandoreke erênî çê bike. Pisporên têkiliyên navdewletî û çavdêrên siyasî dibêjin, piştî şer û pevçûnên li bakurê Kurdistanê hêviya xelkê ji çareseriyê nemabû, lêbelê Tirkiye ya ku pirsgirêka Kurdî çareser nekiribe nikare di siyaseta xwe ya derve de jî serkeftî be.
Siyaseta derve ya Tirkiyê, ji ber meseleya PYD’ê bi Sûrî re, ji ber êxistina balafira şer bi Rûsyayê re, ji ber keştiya Mavî Marmarayê jî bi Îsraîlê re xetimî bû. Lêbelê van rojan Tirkiyê dibêje dê dostên xwe zêde; û dijminên xwe kêm bike. Piştî van rûdawan çavên siyasetmedaran lê ne ku Tirkiyê hin gavan bo aramiya navxweyî jî bavêje.
Pisporê Têkiliyên navdewletî û şêwirmendê têkiliyên derve yê Partiya Herêma a Demokratîk (DBP)’ê Ramazan Tunç dibêje, guhertina siyaseta derve taktîk e û aborî ye. Tunç got jî: “Tê gotin ku Tirkiyê bi Rûsya û Îsraîlê re pirsgirêkên xwe çareser dike û dê pirsgirêka Kurdan jî li gorî vê siyaseta nû bimeşîne, ev gotin ne rast in. Em îro dibînin, li Licê dar-daristan têne şewitandin, gund têne valakirin. Bînalî Yildirim dibêje emê Midyadê bikin bajêr. Wexta ku tu li van polîtîkayan dinêrin ti rêyeke ku mirov bêje wê vê pirsgirêka Kurdî çareser bike xûya nake.”
Piştî ku pêvajiya çareseriyê sekinî, dewleta Tirkiyê û hêzên PKKê li nava bajarên Bakur dest bi şereke dijwar kirin û li gorî çavkaniyên dewletê nêzîka 7 Hezar; li gorî çavkaniyên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl nêzîkî 2 Hezar û 500 kesan canê xwe ji dest dan, bi hezaran xanî û avahî hilweşiyan. Çavdêrên siyasî dibêjin ew gava ku Tirkiyê ji bo başkirina siyaseta derve davêje, divê ji bo çareserkirna pirsgirêkên navxweyî jî bavêje.
Endamê Lijneya Rêvebir yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)ê Vahît Aba dibêje, Tirkiyê pirsa Kurdî çareser neke nikare di qada navdewletî jî serfiraz be. Herwiha Aba got: “Li Tirkiyê meseleya Kurdan û Kurdistanê çareser nebe, Tirkiyê nikare meseleyên navdewletî jî çareser bike. Û divê çareserî jî ne bi rêya şer û pevçûnê be; bi rêya aştî û dîyaligê be. ”
Li gorî ragihandina çavdêrên siyasî, dema ku Enqere meseleya Kurdî bi rêyên demokratîk çareser kir, dê destê wê li ser mêzeyê siyaseta navdewletî jî bihêztir be. Lêbelê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş dibêje, Tirkiyê bi baweriya başbûna têkiliyên navdewletî dê li hûndir ber bi otorîteyeke tûnd ve here.