Firokeyên rêjîmê 30 carî Çiyayê Qelemûn bombebaran dikin

Piştî êxistina firokeya rêjîma Sûriyê li devera Cîrod li gundên Şama paytext, firokeyên Sûrî wê deverê bombebaran dike, 31 kesên sivîl canê xwe jidest didin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî êxistina firokeya rêjîma Sûriyê li devera Cîrod li gundên Şama paytext, firokeyên Sûrî wê deverê bombebaran dike, 31 kesên sivîl canê xwe jidest didin.

Duh, grûpa opozîsyona Sûriyê ya bi nave Ceyş Îslam tê naskirin, firokeyeke rêjîma Sûriyê ji cureya Mîg 23 li devera Cîrod ya çiyayê Qelemûn xiste xwazrê û firokvanê wê jî kuşt.

Îro firokeyên rêjîma Sûriyê bi tundî çiyayê Qelemûn û devera Cîrodê 30 carî bombebaran kirin, li gor tîmên bizişkî yên meydanî ku ragihandine, 31 kesên sivîl canê xwe jidest dane û bi dehan birîndar in.