Debax: Ne ji mafê kesekî ye êrîşî Herêma Kurdistanê bike

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê derbarê êrîşkirina Pasdarên Îranê li ser Herêma Kurdistanê de dibêje, ew nikarin mafê bi çi aliyekî din, ku êrîşî Herêma Kurdistanê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê derbarê êrîşkirina Pasdarên Îranê li ser Herêma Kurdistanê de dibêje, ew nikarin mafê bi çi aliyekî din, ku êrîşî Herêma Kurdistanê bike.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê Nazim Debax ji K24ê re ragihand ku, piştî peyama hikûmeta Herêma Kurdistanê, wan civînek bi berpirsên Îranê re kirin û di wê civînê de rayedarên Îranê tekez kirine ku, heta çelakiyên partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê li nava xaka Îranê de berdewam bin, ewê jî li ser topbarankirina baregehên  wan li nava xaka Herêma Kurdistanê berdewam bike.

Herwiha Debax got ku, di berê de jî hikûmeta Herêma Kurdistanê û berpirsên Îranê lihev kirine, ku ti yek ji herdu aliyan xaka xwe li dijî hev û du bikar nayînin.