Yûsif: Sîstema dewletbûnê nakokî di nava netewan de çê kiribû

Hevseroka Encûmena Sîstema Federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê Hediya Yûsif ji K24ê re ragihand ku, armanca wan ji ragihandina sîstema federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê yekîtî û biratiya gelan li ser bingeha netewa demokratîk e.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka Encûmena Sîstema Federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê Hediya Yûsif  ji K24ê re ragihand ku, armanca wan ji ragihandina sîstema federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê yekîtî û biratiya gelan li ser bingeha netewa demokratîk e.

Derbarê pêkvejiyana gelan li herêmê, Yûsif diyar kir ku, li ser axa Mezobotamyayê bo dirêjehiya dîrokê hemû netewan bi hev re jiyan e, ku ti caran nakokî di navbera wan de derneketine. Yên ku bûne sedema nakokî û derketina pirsgirêkan, sîstema dewletbûna desthilatdarên ku li herêmê hikûm dikirin, bûn.  

Yûsif diyar kir jî, ku Partiya Beis di civaka Sûrî de ti viyan nehêştibû, gava desthiladariya Beis ji ser civakê rabibe, dê civak careke din nirên xwe yên dîrokî vegerîne. Heta ku asta civakê ya zanistî bi pêş bike xebateke giran pêwîst e.

Derbarê ku Rêveberiya Xweser nikarîbû bi birayên xwe yên Kurd re birayetiyê pêk bîne, dê çawa bi Ereb, Xiristiyanî û pêkhateyên din re birayetiyê cibicih bikin, Yûsif got: “Birayetiya ku niha li Rojava heye, ew bûye sedema serkeftinên ku hatine bidestxistin. Di warê parastin, perwerde û pêkvejiyanê gavên serkeftî avêtine. Lê mixabin Kurdên ku bi opozîsyona Sûriyê re ne û dibêjin ku ew nûnertiya Kurdan dikin, ew dijminatiya vê projeyê dikin, ewê ku dijminayetiya projeya birayetiya gelan bike, ma çawa birayetî pê re pêk were.”

Yûsif got jî: “Em ne dijî rengbûna nêrînan e, lê heger em li encaman binêrin, wan heta niha di Rojava ti karek bo Kurd nekirine. Li her welatekî gava aliyek dijminatiya wî welatî bike, ji mafê wê desthilatê ye xwe biparêze. Em li dijî terorê xebatê dikin, Ew jî destê didin terorê.”

Li ser pirsa ku careke din TEV-DEM amadeye ligel ENKSê rêkeftinan bibe, Yûsif diyar kir ku, heta ku ENKSê tevlî sîstema federalîzmê bibe, dive xwe serast bike. Heger TEV-DEM qebûl bike, gelê qebûl nake. Heta niha ENKSê Rêveberiya Xweser qebûl nake, dê li ser çi bingehê TEV-DEM pê re lihev bike.