Gelo: ENKS daxwaza federalîzma Kurdistana Sûriyê dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena niştîmanî ya Kurd li Sûryê bi beşdariya çend şarezayên Ewropayê roja 5 Tebaxê li welatê Swêsrayê workşopekê amade dike ji bo gotûbêjkirina federalîzma li Sûryê û tê de gelek pispor û şarezayên Amerîkî û Ewropî beşdar in.
Endamê Desteya Siyasî yê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) Ebdilrehman Gelo ji K24ê re ragihand ku, li gor wan pirsgirêka heye, pirsgirêka welatekî navê wê Kurdistan e, ku li gor peymana Sykes – Picotê perçe bûye. Navên wek “Bakurê Sûriye û pêkvejiyan” di sedsala 20an de Îxwan Muslimîn, komonîstan û Partiya Beis gotibûn, ku di çarçoveya yek welatî de hemû netew bi biratî bijin. Lê ya ENKSê pirsgirêka wê bi rêjîm û bi opozîsyonê re ew e, beşekî Kurdistanê dixwaze.
Gelo got: “Mixabin aliyê li beranberî me, dîroka Sûriyê nas nake, di bîr û baweriya wan de dîrok Sûriyê ji sala 1936an de dest pê dike, gava Sûriyê di wê demê federalî bû, ku dewleta Elewiyan û Diriziyan û Libnan hebûn, di yek welatekî de dijîn. Ti carî evê nav lê dikin Bakurê Sûriyê ne beşek bû ji Sûriyê.”
Gelo amaje kir ku, di nameyên Hisên – McMahon de Şerîf Hisên dibêje ku, bakurê Helebê bidine min, lê McMahon dibêje ku bakurê Helebê û rojavayê Humsê ne Ereb in.
Derbarê destûra ku ENKS dinivîsîne de, Gelo diyar kir ku, du girîngiya destûra ku ew dinivîsin hene û got: “Federalîzma ku em dixwazin yek perçe ye bi navê Herêma Kurdistana Sûriyê ye. Du mercên serkeftina wê jî hene, heger Kurd û Ereb bixwazin di welatekî de bijîn, ya di jî ku em herdu em herdu alî parastina wî welatî bikin.”
Gelo derbarê federalîzma ji aliyê TEV-DEMê de hatiya ragihandin de got: “Ew federalîma gelan, bakurê Sûriyê û Rojava ye, ti nasname Kurdî jê re tune ye.
Derbarê çarenivîsa pêkhateyên din de, Gelo diyar kir ku, ku herêmên netewî di projeyên wan de tune ne, hemû pirojeyên Kurd, Ereb û Suryanan jî di hinder herêmên niştimanî ya Kurdistana Sûriyê de çareser dibin.