Du teqînan bajarê Bexdayê hejand

Teqînên Bexda yekemîn teqîn bûn piştî rizgarkirina bajarê Felûce.

K24-Navenda Nûçeyan

Du teqînên bihêz li bajarê Bexdayê paytexta Iraqê hejandin, di encam de 21 kes hatin kuştin û 45 kesên din jî birîndarbûn, DAIŞê jî berpirsyaretiya xwe derbarê wan teqînan ragehand.

Teqîna yekem bi rêya otombîleke bombekirî li nêzîk Huseyniya Ebd El-resûl rûda, di encama wê teqînê de 21 kes hatin kuştin û 45 kesên din birîndarbûn.herwiha teqîna duyem jî teqîneke din li bazara Şelal a gelerî li bakurê Bexdayê di encam de, 6 kes hatin kuştin û 12e kesîn din  birîndar bûn.

Ji aliyê xwe komîta Asayîşê di Encûmena Parêzgeha Bexdayê ragehand ku, hejmara kuştiyên teqînên Bedayê 60 kesin û zêdeyî 100 kesan birîndarin jî.

Teqînên Bexda di demekê de tên ku, êrîşeke xwekujî li mizgeftekê li Ebo Xirêb rûdabû, di encam de 12e kes hatibûne kuştin û 25 kesên din jî birîndarbûbû.

Teqînên Bexda yekemîn teqîn bûn piştî rizgarkirina bajarê Felûce.