5 gund li başûrê Mûsilê ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin

Efserekî ji artêşa Iraqê ragihand ku, di berdewamiya operesyonan, pênc gund li başûrê Mûsilê ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Efserekî ji artêşa Iraqê ragihand ku, di berdewamiya operesyonan, pênc gund li başûrê Mûsilê ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin.

Raêd Emîn Şiwanî ku efserê Lîwaya 91ê Hewlêrê ya ser bi Firqeya 15ê artêşa Iraqê ji K24ê re ragihand ku, wan di berdewamiya operesyonên rizgarkirina Mûsilê de, bi piştevaniya Lîwaya 37 ya zirîpoş, karîbûn gundên Xerab Cebel, Cewadiye, Kerame, Bin Tirbas û Ebû Mirîm li başûrê Mûsilê rizgar kirin.

Şiwanî derbarê ziyanên DAIŞê de diyar kirk u, di vî şerî de zêdetirî ji 30 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Herwiha Şiwanî amaje bi wê yekê kir jî, ku DAIŞ bombe mayîn li wan navçeyan çandibûn, lê tîmên endezyariyê niha dest bi pêçkirin û rakirina wan mayînan in.