Helwesta PDKê derbarê daxuyaniyên Nûrî Malîkî de

Serokê Partiya Dawa Nûrî Malîkî di hevdîtinekê de ligel rojnameyekê de, careke din dijeyatiya xwe derbarê cudabûna Herêma Kurdistanê derbirî û got: “Niha di nava Kurdistanê de araseteyek heye ku kar li ser serxwebûnê dike.” Ev gotinên Malîkî jî tên, piştî ku şandeke hevbeş ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Tevgera Goranê serdana Malîkî û çend aliyên din yên Iraqê kiribûn.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/3219be7a-b037-4685-9df1-0147e455b0b0/ledwani%20malki%20dzhi%20kurdistan%20u%20ray%20layenekan.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Dawa Nûrî Malîkî di hevdîtinekê de ligel rojnameyekê de, careke din dijeyatiya xwe derbarê cudabûna Herêma Kurdistanê derbirî û got: “Niha di nava Kurdistanê de araseteyek heye ku kar li ser serxwebûnê dike.” Ev gotinên Malîkî jî tên, piştî ku şandeke hevbeş ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Tevgera Goranê serdana Malîkî û çend aliyên din yên Iraqê kiribûn.

Malîkî, ew kesê ku piştî Sedam Hisên bi duyem kesayetiya Iraqê dihat ku bûbû jêdera serêşiya gelê Kurdistanê, heger çi car bi car bi destê serkiridên Kurdistanê digire, lê roj li pişt rojê dijeyatiya xwe bo serxwebûna Kurdistanê diyar dike. Di dawî axaftinên wî de piştî dîtina şanda hevbeş ya YNK û Tevgera Goranê got: “li Kurdistanê arasteyek heya mijûlî serxwebûna Kurdistanê dibe.”

Hefteya borî şandeke hevbeş ya parlementerên YNK û Tevgera Goranê di Parlementoya Iraqê de serdana Nûrî Malîkî û çend aliyên din yên Iraqî kiribûn, wê şandê jî  armancên xwe  ji wê rêkeftinê ji aliyên Iraqî re zelal kirin.

Serdana şanda hevbeş ya YNK û Tevgera Goranê ji Nûrî Malîkî re di demekê de ye, wî kesayetî çendî car e bi siyasetên xwe dijayetiya Herêma Kurdistanê kiriye ku dibêje, cudabûna Kurdistanê ne di berjewendiya Kurdan de ye.