Bandora guhertina siyaseta derve ya Tirkiyê li ser Kurdan

Çavdêrên siyasî dibêjin, ev dem ji bo Kurdan jî demeke dîrokî ye, ji bo ku, bi taybetî li Rojava û Başur Kurd bikaribin destkeftiyên xwe biparêzin divê berjendiyên şexsî û hizbî deynin aliyekê û li ser meseleyên niştimanî li hev bikin.
kurdistan24.net

K24-Navenda nûçeyan

Tirkiyê siyaseta xwe ya derve diguherîne. Bi Rûsya, Îsraîl, Sûrî û Misrê re êdî pêwendiyên siyasî û dîplomatîk nû dike. Li gorî çavdêrên siyasî bandora guhertina siyaseta derve ya Tirkiyê herî zêde li ser Kurdan dê tesîra xwe nîşan bide. Çavdêrên siyasî dibêjin, divê Kurd krîza li bakur, gavên federaliyê yên li ser Rojava û gavên ber bi serxwebûna başurê Kurdistanê li ber çavan bigrin û ji bo pêwendiyên bi Enqere, Bexda, Şam û Tehranê re li ser nirxên niştimanî siyasetê bikin.

Li gorî ragihandina çavdêrên siyasî yek ji sebebê guhertina siyaseta derveyê Tirkiyê meseleya Kurdan e. Çavdêr dibêjin, pêwendiyên Kurdên rojava û başur bi Amerîka û Rusyayê re Tirkiyê mecburî vê gavê kir.  Lêkolîner û çavdêrê siyasî Seîd Veroj dibêje, li hevhatinên dewletên li derdora Kurdan li ser esasên berjewendiyan e û divê Kurd jî li ser nirxên netewî yekitiya xwe qewî bikin.

Derbarê vê yekê Lêkolîner û Çavdêrê Siyasî Seîd Veroj wiha got:"Bêguman hin dewlet hene ku ji bo perçekirina Kurdan dixebitin. Ew bûyerên dawî yên li başurê Kurdisatanê qewimîne, ew dubendiya siyasi ya li başur çêbuyî jî bi piştgiriya dewletên navnetewî çêdibe. Divê beriya dewletên din Kurd li ser esasên netewî piştgiriya hev bikin."

Pisporêrên têkiliyên navdewletî amaje pê dikin ku, li rojava û başur di têkoşîna li dijî DAÎŞê de Kurd gaveke din nêzîkî yekitiyê bûn û dema mesele bû parastina nirxên netewî divê Kurd hêzên xwe bigihînin hev. Nivîskar û çavdêrê siyasî Mihemed Can Azbay dibêje di hemû deman de dijminên Kurdan îtîfak kirine û Kurd têk çûne, îro jî rewşeke wisa heye lê li hemberî vê hewlesta dewletên li derdorê Kurd dikarin li ser nirxên netewî gellek tiştên zêrîn bi dest bixin.

Ji aliyê xwe ve Nivîskar û Çavdêrê Siyasî Mihemed Can Azbay wiha nerîna xwe anî ziman:"Ti caran li ser berjewendiyên Kurdistanî di nava Kurdan de tifaq û yekitî çênebûye. Lêbelê dijminên Kurdan her tim bi awayeke nepenî jî bi hev re bûn. Gava ku sînorên Kurdistanê dabeş kirin jî wisa kirin. Şkestina Şoreşa 75an, Peyamana Cezayîrê, serhildina Agiriyê wek mînak in."

Çavdêrên siyasî dibêjin, ev dem ji bo Kurdan jî demeke dîrokî ye, ji bo ku, bi taybetî li Rojava û Başur Kurd bikaribin destkeftiyên xwe biparêzin divê berjendiyên şexsî û hizbî deynin aliyekê û li ser meseleyên niştimanî li hev bikin.