Li herêma Bazîdê çanda dengbêjiyê

Dengbêjên Bazîdê amaje bi wê yekê dikin ku, pêwîste komele ango saziyek bê avakirin ku ev folklora Kurdî bê parastin.
kurdistan24.net

 

K24-Agiriyê

Folklora Kurdî li seranserê cîhanê xwedî cihekî giringe. Dengbêjî jî weke binbeşeke giring ji folklora Kurdî ye. Dengbêjên Agiriya bakurê Kurdistanê jî vê kelepora Kurdî vedijînin û zindî dihêlin.

Li herêma Bazîdê li malan xalîçe û xesîlên çêkirî, kulav, tewn û ferç hîna tên raxistin. Dema ev tiştên keleporiya Kurdî û dengbêjiya vî welatî digihêje hevdu pirrengiyek derdikeve holê.Dengbêjên ku li Bazîdê dijîn dixwazin çanda dengbêjiyê berdewam bikin û ji ber vê yekê xebatên xwe yên di vî warî de jî biqasî ji destê wan tê dikin.

Li gorî dengbêjan heke çanda dengbêjiyê li welatekî hebe ev tişt bandora xwe li ser zarokên biçûk û strangotina wan dihêle û hingê ew derfêt peyda dibe ku zarok ji biçûkiya xwe ve dest bi dengbêjiyê bikin. Keça bi navê Avzem Karamanyek ji wan dengbêja zarok e û di 12 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê kiriye. Ev dengbêja zarok ji niha ve klamên Derwêşê Evdî û Helepçê dibêje.

Dengbêj bi riya wan stranên ku dibêjin, êş û elemên Kurdan,evîndarî û hesûdî û birakujiya di nava Kurdan de tê jiyandin radixin ber çavan. Dengbêjên Bazîdê dibêjin ku ev mîrateya Kurdî ji destê wan diçe û ji ber vê yekê dixwazin ku zarokên xwe jî li gorî rêkû rêbazên dengbêjiyê bigihijînin. Ciwanên ku li cem bavê xwe ango cem dengbêjan dimînin jîji bo ku ev kelepora Kurdî li ser piyan bimîne her dixebitin.

Derbarê vê yekê dengbêj Îsmaîlê Dize wiha got:

"Hewesa min li ser dengbêjiyê hebû. Apekî min xal û kurê xalê min dengbêj bûn. Niha jî lawikê min dengbêj e. Ez dengbêjiyê zehf hezdikim,niha jî ez xemgîn im, ez ji xwe re klaman dibêjim."

Ji aliyê xwe ve jî Dengbêj Yûnisê Agirî  wiha axifî:

"Li her çar parçeyên Kurdistanê bingeha me ya 1emîn lazime dengbêjî be. Lazime em li vê çandê xwedî derkevin. Lazime hemû ciwanên Kurdistanî, hemû hunermend kal ûmiletê me li çanda xwe xwedî derkeve."

Dengbêjên Bazîdê amaje bi wê yekê dikin ku, pêwîste komele ango saziyek bê avakirin ku ev folklora Kurdî bê parastin. Herwiha li herêmê bi awayekî eşkere tê dîtin ku kal û pîr tev de ew jî dixwazin vê çandê li ser piyan bihêlin. Tiştekî din jî heye ku balê dikişîne, hîna di dengbêjiya li vê heremê de ew klamên li ser serhildana Agiriyê zêdetir tên guhdarîkirin û bala gelê Bazîdêjî zêdetir li ser wan klamên serhildanê ye.